Li 14 parêzgehan 340 kes bi tohmeta “bi navê PKK çalakî kirine” hatin girtin

Li 14 parêzgehan Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya bûyerên ku li Wanê bûne, 340 kes bi tohmeta ku li ser navê PKKê çalakî kirine hatin girtin.

04.04.2024, Per - 15:12

Li 14 parêzgehan 340 kes bi tohmeta “bi navê PKK çalakî kirine” hatin girtin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyeyê Alî Yerlikaya ragihand, li Wan, Diyarbekir, Şirnex, Îzmîr, Mêrdîn, Êlih, Kocaelî, Antalya, Urfa, Edene, Mêrsîn, Enqere, Çewlig û Manîsayê, 340 kes hatin girtin.

Amaje bi wê jî kir, ew kesên hatine girtin, “li ser navê rêxistina terorê bi fîşekên hewayî, kevir, teqemenî û molotofkokteylan bikar anîne, bi konteynerên çopê û lastîkên rê girtine û li kolanan xwepêşandanên neqanûnî kirine.”

Amaje bi wê jî kir ku esên hatine girtin “Bi keviran êrîşî hêzên me yên ewlekariyê kirin û li gel hişyariyan jî li ber xwe dan.”

Herwiha amaje bi wê jî, “Bi hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya rêxistina terorê kirin.”

Wezîrê Navxwe da zanîn, operasyon bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata Ewlekariyê û Rêveberiya Dijeterorê û polîsên wan bajaran hatine kirin.

Ev operasyon piştî wê tên, Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Diyarbekirê mafê hilbijartinê yê Abdullah Zeydanê li Wanê serketibû betal kir û Namzetê Ak Partiyê şûna wî wek şaredar destnîşan kiribû. 

Li ser vê biryarê jî li bajarên Wan, Diyarbekir, Şirnex, Bidlîs, Hîlwan, Gever û çendîn û bajar û navçeyên din yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi armanca piştevaniya îradeya xelkê Wanê, xwepêşandan hatin kirin.

Lê piştî wan xwepêşand û derbirîna nerazîbûnan, Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê şeva borî, postê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan re vegerand.

Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:58:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x