Li 32 bajaran bi hinceta PKKyê 208 kes hatin desteserkirin

Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKyê” 208 kes hatin desteserkirin.

26.12.2023, Sal - 13:40

Li 32 bajaran bi hinceta PKKyê 208 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Piştî kuştina 12 leşkerên Tirkiyeyê ji aliyê PKKyê ve, Tirkiyeyê êrişên xwe li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine û bi “hinceta PKKyê” dest bi operasyonên desteserkirinê kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li 32 bajaran operasyona bi navê “Kahramanlar-36” hatiye sazkirin û bi “hinceta PKKyê” 208 kes hatine desteserkirin.

Yerlîkaya got, operasyon bi hinceta “endamtiya PKKyê”, “endambûna baskê ciwanan ên bajaran”, “propagandaya PKKyê” û “komkirina alîkariya darayî” hatiye kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:59:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x