Li 5 parêzgehan operasyona DAIŞê: 18 Sûriyeyî hatin girtin

Li 5 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon hat kirin û 18 welatiyên Sûriyeyê bi tohmeta “endamtiya DAIŞê” hatin girtin.

08.12.2023, Cum - 07:53

Li 5 parêzgehan operasyona DAIŞê: 18 Sûriyeyî hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi fermana serdozgeriyê ji bo destserkirina 18 welatiyên Sûriyeyê bi tohmeta “endamtiya DAIŞê” operasyonek da destpêkirin.

Di çarçoveya operasyonê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li parêzgehên Mereş, Dîlok û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Qeyserî û Hatayê yên Tirkiyeyê bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girtin.

Di encama operasyonê de li Mereşê 11 kes, li Hatayê 3, li Dîlokê 2 û li Kilîs û Qeyseriyê jî her yekê yek hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê her 18 kesên destserkirî piştî karûbarên îfadeyê ew birin dadgehê û ji aliyê dadgehê ve bi tohmeta “endamtiya DAIŞê” hatin girtin.

Hat ragihandin ku li navnîşanên kesên destserkirî de dest bi ser 24 telefon, 19 sîmkart, komputerek û çend kelûpelên din de hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 231 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x