Li 9 parêzgehan 88 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li 9 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 88 kes bi hinceta “endamtî û alîkariya rêxistinê” hatine desteserkirin.

02.12.2023, Cts - 09:51

Li 9 parêzgehan 88 kes bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Yerlîkaya ragihand ku bi hinceta “endamtî, alîkarî û fînansekirina rêxistinê” navenda wê parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê li 9 parêzgehan "operasyonek" hat destpêkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di çarçoveya wê operasyonê de li parêzgehên Bedlîs, Mêrdîn, Wan û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol, Mersîn, Mugla, Edene û Duzceyê yên Tirkiyeyê bi awayekî hevdem bi ser 113 navnîşanan de hatiye girtin.

Di encama serdegirtina malan de 88 kes hatine desteserkirin.

Herwiha Ali Yerlîkaya got, “Di lêgerînên navnîşanan de, hêzên me dest daniye ser 5 kalaşnîkof, 7 demançeyên bê ruxset, 18 çifteyên bê ruxset û gelek belge û dokumentên rêxistinê.”

Ev demek e hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hinceta “endamtî, alîkarî û propagandaya rêxistinê” operasyonên xwe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di wan operasyonan de gelek welatî tên desteserkirin ku piraniya wan berpirsên siyasî û endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 221 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:54:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x