Li Antalyayê ciwanekî ji Sûriyeyê hat kuştin

Li navçeya Serîkê ya Antalyayê ciwanê 17 salî yê bi navê Ehmed Handan El Naîf ji aliyê nijadperestan ve hat kuştin.

03.07.2024, Çar - 10:11

Li Antalyayê ciwanekî ji Sûriyeyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Ehmedê ku li Antalyayê bi heqdestê xwe dixebitî, dema li kolanê bi rê ve diçû rastî êrişa nijadperestên Tirk hat.

Sê kesan rêya wî girt, berê lê xist û paşê jî ew da ber kêran.

Dîmenên dema termê Ehmed li kolanê ye li ser torên civakî hatin belavkirin.

Piştî bûyerê êrişkarên bi navên R.O., Y.Y. û Î.O. hatin desteserkirin.

Çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê gelek êriş

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:19:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x