Li Parlamentoya Tirkiyê hejmara dosyayên parêzbendiyê gehişte 1691

Li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Hevbeş hejmara dosyayên derbarê rakirina parêzbendiya parlamenteriyê de gihişte hezar û 691dosyeyan

27.08.2022, Cts - 12:11

Li Parlamentoya Tirkiyê hejmara dosyayên parêzbendiyê gehişte 1691
Nuçe Belav bike

Derheqê 196 parlamenteran de fezleke hatine amadekirin ku herî zêde yên HDPê û CHPê ne. Ji dosyeyan 1231 ên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 272 dosye jî yên Partiya Gel a Komarî (CHP) ne. Herwiha 77 dosye jî yên parlamenterên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) in.

Ligel van 18 dosye yên parlamenterên AKP, 14 yên IYI Partî û 11 jî yên parlamenterên MHPê ne. 68 dosye jî yên partiyên din û parlamenterên serbixwe ne. Li gor zanyariyan 78 dosyeyên parêzbendiyê jî bi hincetên cûda bo dozgeriyê paş de hatine şandin.

Di dîroka Parlamentoya Tirkiyê de cara yekeme ku hejmara dosyeya parêzbendiya parlamenteran ewqasî zêde bûye û bi 77 dosyeyan parlamentera ku herî zêde derheqê wê de dosye hene jî Hevserok û Parlamentera DBPê ya Amedê Salihe Aydeniz e.

Herwiha di vê demê de ji ber biryara dadgehê parlamenteriya Parlamenterên HDPê Leyla Guven û Musa Farisogullari jî hat hilweşandin û parêzbendiya parlamenteriya Semra Guzel jî hat rakirin. Parlamenterên serbixwe Mensur Işik û Tuma Çelik jî parêzbendiya wan a parlamenteriyê hatiye rakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x