Li Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaşa Kurdistanê: 'Kurdistan rastiyek e'

Li Parlamentoya Tirkiyeyê dîsa nîqaş li ser navê Kurdistanê û cihê wê derket.

27.01.2024, Cts - 16:38

Li Parlamentoya Tirkiyeyê nîqaşa Kurdistanê: 'Kurdistan rastiyek e'
Nuçe Belav bike

Roja pêncşemê li Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera parlamenterên AK Partî û DEM Partiyê de nîqaşa Kurdistanê derket.

Parlamenterê AK Partiyê yê Konyayê Mehmet Baykan ji ber bikaranîna gotina Kurdistanê gef li parlamenterên DEM Partiyê xwar.

Parlamenterê AK Partiyê yê Konyayê Mehmet Baykan got:

“Hinek kes ji bo Kurdistanê dibêjin herêmeke cografî. Em bêjin ev azadiya raderbirînê ye lê gotin cuda ye û xebata ji bo kirinê cuda ye.

Dawiya kesên ku xwestin vê yekê bikin ne Kurdistan, lê goristan bû.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê bersiva parlamenterê AK Partiyê da û ragihand ku ew paş de gav naavêjin.

"Rastiyeke dîrokî û civakî ye"

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit anî ziman:

“Em dibêjin Kurdistan û em dê bibêjin. Kurdistan rastiyek e. Kurdistan rastiyek e. Rastiyeke dîrokî û civakî ye.

Dema em dibêjin Kurdistan, hûn baş dizanin ku em behsa herêmeke îdarî nakin lê hûn li vê derê berovajî dikin û manîpulasyonê dikin.”

Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê yê MHPyî jî bersiva parlamentera DEM Partiyê da û diyar kir ku bikaranîna gotina Kurdistanê qedexe ye.

Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adan jî got:

“Komara Tirkiyeyê ji 7 herêmên cografî û 81 parêzgehan pêk tê. Di nav sînorên Tirkiyeyê de cihekî bi navê Kurdistanê nîne.”

Li Tirkiyeyê li gorî rewşa siyasî nêzîkatiya li Pirsa Kurd diguhere.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan sala 2013an di dema serokwezîrtiya xwe de li Parlamentoyê got:

“Kurdistan heye û kesên bixwazin dikarin li girtenameyên parlamentoyê binêrin û bibînin ku Kurdistan heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:20:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x