Li Sakaryayê êrîşî karkerekî Kurd kirin

Li navçeya Kocaali ya ser bi parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê karkerekî Kurd ku bo kar çûye wê parêzgehê rastî êrîşa kesekî hat û di encamê de birîndar bû.

29.07.2022, Cum - 07:58

Li Sakaryayê êrîşî karkerekî Kurd kirin
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan karkerê Kurd Esat Atabay ji navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê berî 3 mehan bo kar çûye parêzgeha Sakaryayê û wek karkerê demsalî kar dike. Atabay îdîa dike dema ku wî ligel kesê êrîşî wî kiriye Selîm Çabuk kar dikir rastî helwestên nijadperest bûye û ji ber ev yek qebûl nekiriye rûbirûyê êrîşê hatiye.

Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi etîketa Parêzgarî û Emniyeta Sakaryayê derbarê bûyerê de peyamek belav kir û dibêje, “Karkerê Kurd Esat Atabay li Sakaryayê di karê findiqan de xebitî, pereyê wî nedanê. Gotin "were em bidin", gava çû yekî ew da axaftin yê din dar ji paş ve lê da! Li hemberî Selîm Çabuk ê ku li wî xist, çi tedbîr hatin girtin?”

Esat Atabay piştî êrîşa ku 26ê Tîrmeha 2022an çêbû dijî Selim Çabuk gilî tomar kiribû lê hêzên ewlehiyê piştî ku Selîm Çabuk desteser kirin, di nava demjimêrekê de ew berdane.

Li gor raporta Nexweşxaneya Yenikent ya Adapazariyê ji ber Esat Atabay di serê xwe de darbe xwariye hestiyê serê wî derizî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x