Li Stenbolê konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê hate qedexekirin

NÇMyê ragihand ku bêyî hincetek were nîşandan konsera wan a li Stenbolê hatiye qedexekirin.

16.12.2023, Cts - 07:00

Li Stenbolê konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê hate qedexekirin
Nuçe Belav bike

NÇMyê herwiha diyar kir ku ew dê ji bo parvekirina agahiyan û dîroka nû konsera sibe daxuyanî bidin.

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) bi wesîleya 32yemîn salvegera xwe, dê 16ê Kanûna Pêşîn, bi dirûşma “Roja azad, hunera azad” li navenda Pêşandanan a Yahya Kemal Beyatli ya li Kuçukçekmece ya Stenbolê konser li dar bixista.

Li gorî daxuyaniya NÇMyê, Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bêyî ku hincetekê nîşan bide konsera wan qedexe kiriye.

NÇMyê di berdewamiya daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“Em dê bi daxuyaniyeke çapemeniyê cih û demjimêra nû ya konserê diyar bikin.

Têkildarî mijarê em dê sibe saet 11.00an (îro) daxuyaniyê bidin û hûrgiliyan bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Em dê dîrok û demjimêra nû jî diyar bikin.”

Daxuyanî sibe li avahiya NÇMyê bê dayî.

Pîrozbahiya 30emîn salvegera NÇMyê ya sala 2021an jî hatibû qedexekirin.

6emîn Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê biryarê bi hinceta “azadiya xweîfadekirinê, mafê azadiya zaniest û hunerê û civîna aştiyane hatiye binpêkirin” betal kiribû.

Konsera me ya 32’yemîn dîsa ji aliyê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê ve bê hincet hat qedexekirin. Em ê cih û dema konsera xwe bi civîneke çapemeniyê ragihînin.
Agahiyên li ser vê mijarê,sibê saet di 11:00an de bi civîna xwe ya çapemeniyê ,bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:22:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x