Li Stenbolê lehî: 2 kesan canê xwe ji dest da

Li çend navçeyên bajarê stenbolê piştî baraneke zêde lehî rabû û ji ber lehiyê 2 kesan canê xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.

06.09.2023, Çar - 07:29

Li Stenbolê lehî: 2 kesan canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Şeva Sêşemê li deverên bakurê bajarê Stenbolê baraneke bihêz barî. Baran li navçeyên Arnavutkoy û Başakşehîrê bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê cade û kolan di bin avê de man û otomobîl di çûn û hatinê de rûbirûyê zehmetiyan bûn. Li Arnavutkoyê av ket nav hinek kargeh û xaniyên welatiyan.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên parastina sivîlan çûn navçeyên lehî rabûye.

Ji ber barana zêde li Arnavutkoyê û Başakşehîrê otomobîl li ser rê asê man.

Beşek ji welatiyên ku nikarîn çûn û hatinê bikin otomobîlên xwe dan aliyekê û hinek welatiyan jî hewl da bi defdanê otomobîlên xwe rizgar bikin.

Hejmarek welatî ji ber baranê di Pirtûkxaneya Millet a Başakşehîrê de asê man û tîman ji bo rizgarkirina wan dest bi xebatan kir.

Li ser otobona Stenbolê ya li nêzîkê navçeya Mahmutbey jî otomobîl ji ber barana zêde bi zehmetî çûn û hatinê dikin.

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di peyamekê de got:

"Bandora barana zêde ya demjimêrên êvarî li navçeyên Başakşehîr û Arnavutkoyê bariya nema. Serê metre çargoşeyekê 125 kg baran bariya.

Nexweşxaneyên Çam û Sakura xizmetên tendirustiyê pêşkêş dikin. Mixabin du kesên ku li ber lehiyê çûn û canê xwe ji dest da."

Parêzgariya Stenbolê şevê din ragihandibû ku li navçeya Başakşehîrê kesekî li ber lehiyê çûbû canê xwe ji dest daye.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî li Navenda Hevahengiya Karesatan derbarê lehiya Stenbolê de daxuyaniyek dabû çapemeniyê.

Îmamoglu amaje bi wê yekê dabû ku wan wek şaredarî heta niha 1808 îxbar wergirtine û gotibû:

“2 zarokên winda hatine dîtin û heta niha ti canjidestdanên me nînin.”

Îmamoglu eşkere kiribû ku ew bi 2 hezar û 137 kes ji tîmên şaredariyê midaxeleya lehiyê û navçeyên zererdîtî dikin û gotibû:

“Xebatên me bihevahengiya ligel parêzgariyê berdewam in.”

Şaredarê Stenbolê di heman demê de gotibû:

"Baran li hinek navçeyan gihiştiye 150 kîlograman. Ev reqemeke cidî ye. Heta sibe nîvro (roja Çarşemê) tê pêşbînî kirin dem dem baran bibare lê dibe ku ne hewqasî bihêz be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 341 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x