Welatiyekî ji Bakurê Kurdistanê li dadgeheke Swêdê bi îdiaya “dabînkirina pere ji bo PKKê” hat tohmetbarkirin. Ev yekem car e li Swêdê welatiyek bi vê tohmetê bê darizandin.
Serdozgeriya Giştî ya Swêdê duh roja 9ê Hezîrana 2023an di daxuyayaniyekê de ragihand ew welatiyê Bakurê Kurdistanê di Çileya îsal de piştî ku bi demançeyê “êrîş û teqe” li pêşiya xwaringeke bajarê Stockholmê yê wî welatî kiriye, hatiye desteserkirin.
Li gor zanyariyan ew welatiyê Bakurê Kurdistanê li Swêdê hatiye darizandin û bi hewildana “komkirina pere û alîkariya darayî bo PKKê” hatiye tohmetbar kirin. Ev yekem car e ku kesek li Swêdê bi vê tohmetê bê darizandin. Tohmetbarkirina wî welatiyê Kurd bi vê tohmetê jî di demekê de ye Dadgeha Bilind a Swêdê hefteyek berî niha biryar da ku alîgirekî PKKê bo Tirkiyê bê radestkirin ku ev yek jî yekem pêngaveke bi vî awayî bû li Swêdê lê bi temamî radestkirina wî jî pêdivî bi biryara dawî ya Hikûmeta Swêdê heye.
Nivîsîngeha Dozgeriya Giştî ya Swêdê behsa wê yekê kiriye ku ew welatiyê Bakurê Kurdistanê ku roja Înê hatiye darizandin, kesekî temen 40 salî ye û armanca wî ew bû ku li Swêdê “pere dabîn dike û bo PKKê dişîne” ku Swêd, Yekitiya Ewropayê û Amerîka jî wê weke “rêxistineke terorî” dibînin.
Li gor naveroka belegeya tohmetbarkirinê ku pişta xwe bi zanyariyên îstixbaretî yên Fransa û Almanyayê ve girêdide, wî welatiyê Bakurê Kurdistanê peywendî bi welatiyekî din ê Bakurê Kurdistanê hebûye ku hejmara wî ya bankeyê ji ber pereyên PKKê li Fransayê hatiye ragirtin û di sala 2016an de li Almanyayê bi endambûna PKKê hatiye tohmetbarkirin.
Darizandina wî welatiyê Bakurê Kurdistanê hevdem e ligel tûndkirina yasayên Swêdê ji bo rûbirûbûna wê yekê ye ku wel “teror” bi nav dikin ku beşek ji wan di Tîrmeha 2022an de ketine meriyetê. Ev cara yekem e yasayên nû yên Swêdê ji bo darizandina sempetîzanekî PKKê tên bikaranîn.
Swêdê ji 1ê Hezîrana îsal ve jî di yasayên xwe de destkarî kirine daku nîşan Tirkiyê bide ku rûbirûyî PKKê bibe ku merca sereke ya razîbûna wî welatî ye bo endambûna Swêdê ya NATOyê. Enqere ji Swêdê daxwaz dike ku beşek ji çalakvanên Bakurê Kurdistanê ki bixwe wan wek “endamên PKKê dibîne” radestî wan bike lê Hikumeta Swêdê dibêje ku ew nikare vê daxwazê bi temamî bicihbîne ji ber ku mijareke ku bi desthilata dadê ve girêdayî ye.