Li Îzmîrê bi hinceta PKKyê 5 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, di nav de hevserokên Komeleya Alîkariyê ya Girtî û Malbatên Girtiyan û Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê bi “hinceta PKKyê” 5 kes hatin desteserkirin.

28.11.2023, Sal - 18:28

Li Îzmîrê bi hinceta PKKyê 5 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Şaxa Lêpirsîna Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, bi hinceta ku alîkariya malbatên girtiyên siyasî tê kirin lêpirsînek da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê, di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 6 kesan de biryara girtinê da.

Polîsan ji bo desteserkirina wan dest bi operasyonekê kir.

Di operasyonê de Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Alîkariyê ya Girtî û Malbatên Girtiyan Nilay Guleser û Hevserokê Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê Alî Yalçinkaya jî di nav de bi giştî 5 kes hatin desteserkirin.

Ji bo desteserkirina kesekî din jî operasyon berdewam e.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê doh jî li 18 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi “hinceta PKKyê” 98 kes desteser kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 322 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:22:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x