Medyaya Tirkiyeyê: Bahoz Zagros di êrişa MÎTê de canê xwe ji dest da

Li gorî îdiaya medyaya fermî ya Tirkiyeyê, Mehmet Sefa Akmanê bi nasnavê Bahoz Zagros di êrişeke MÎTê de canê xwe ji dest da.

26.12.2023, Sal - 13:45

Medyaya Tirkiyeyê: Bahoz Zagros di êrişa MÎTê de canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê îdia kir ku Bahoz zagros "berpirsê Silêmaniyê yê PKKyê” ye û amadekariya şer dikir.

Li gorî heman nûçeyê, Bahoz Zagros sala 2005an beşdarî tevî refên PKKyê bûye.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê negot bê Bahoz zagros kengî û li kû derê canê xwe ji dest daye.

9ê Hezîrana 2021ê canê xwe ji dest daye

Li aliyê din, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), du sal berê (11.12.2021) ragihandibû ku Bahoz Zagros 9ê Hezîrana 2021ê li Başûrê Kurdistanê di bombebara Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî wê daxuyaniyê, Bahoz Zagros li navçeya Hezexê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:54:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x