Siyasetmedar û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner diyar kir, “Bahçelî Kurdan ji xwe qebûl dike û di wê baweriyê de ku divê daxwazên Kurdan bi rêya demokrasiyê bên çareserkirin. Şertê wî tenê ew e ku çek li holê nemînin.”
Siyasetmedar û parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner diyar kir, “Bahçelî Kurdan ji xwe qebûl dike û di wê baweriyê de ku divê daxwazên Kurdan bi rêya demokrasiyê bên çareserkirin. Şertê wî tenê ew e ku çek li holê nemînin.”
Metîner got, Devlet Bahçelî û Recep Tayyîp Erdogan dixwazin daxwazên Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bikin.
Metîner bû mêhvanê Bultena Bakur a Rûdawê bersiv da pirsên Hêvîdar Zanayê:
Rûdaw: Hikûmetê berê hefteyekê behsa çareserkirina pirsa Kurd kir. Piştî çend rojan qeyûm li ser şaredariyan danîn. Gelo ev her du tişt bi hev re dibin, eger bibe dê encam çawa be?
Mehmet Metîner: Destpêkê ez vê yekê bînim ziman: Pêvajoya çareseriyê ew pêvajo ye ku çek heta hetayê bên danîn. Ew pêvajo ye ku nabe çek xwe bi ser siyasetê de bisepîne û bibe rêyek ji wan rêyên bidestxistina berjewendiyan. Çek û siyaset bi hev re nabin.
Eger PKK çekên di destê xwe de deyne li Tirkiyeyê ti pirsgireka me nîne ku neyê axaftin, neyê nîqaşkirin û neyê çareserkirin lê PKK bi rêya çekên di destên xwe de li bakurê Sûriyeyê, li ser Kurdên li Sûriyeyê rejîmeke zordariyê ya çekdarî ava kiriye û naskirina vê rejîmê wekî şertekî datîne pêşiya Tirkiyeyê.
PKK li pey statu û serweriyê digere û 40 sal in li dijî Tirkiyeyê şer dike û DEM Partiya siyaseta wê dike li vî welatî li pêş azadiya zêdetir a miletê Kurd astengiyek e.
Hûn dibêjin Kurd li pey statuyê digerin, mafê wan nîne ku statuyeke wan hebe? Ti mafê wan di nav sîstemên niha de nayê parastin. Çima Kurd daxwaza statuyekê nekin?
PKK ji bo Kurdan li statûyekê nagere, PKK ji bo xwe li dû statûyekê digere. Ji ber wê PKK ji bo Kurdan pirsgirêkek e. Eger PKK ji bo Kurdan statû bixwesta li Hewlêrê li dijî Herêma Kurdistanê bi Îraqê re û bi Heşdî Şebiya girêdayî Îranê re tevnedigeriya.
Wekî min got dê PKK li hemberî Rêveberiya Kurdistanê ya Îraqê jî derneketa. Her wiha li bakurê Sûriyeyê jî dê li dijî wan Kurdên ku wekî wê nafikirin polîtîkaya dijminahiyê nedimeşand.
Em daxwazên Kurdan ên li ser mafan gelekî bi wate dibînin. Eger daxwazên wan hene em di wê baweriyê de ne ku divê bir rêya demokrasiyê bên çareserkirin lê PKK parçeyek ax dixwaze ku bi tikî tenê ew lê desthilat be. Ji bo Kurdan naxwaze, pirsgirêk li vê derê ye.
Demeke dirêj we di nav partiya desthilatê AK Partiyê de siyaset kir û hûn parlamenter bûn, di serê hikûmetê de pirsa Kurd çi ye gelo? Wekî ku hikûmetê her tişt bi PKKyê ve girê dabe û wisa difikirin ku dê bi danîna çekan dawî li pirsa Kurd were, çareseriya hikûmetê ji bo vê pirsgirêkê çi ye?
Tirkiye dewleta Kurdan e jî, Tirkiye welatê me Kurdan e. Li Tirkiyeyê ti pirsgirêka me Tirk û Kurdan nîne. Di Tirkiyeya berê de hebûna me Kurdan dihat înkarkirin, wê demê pirsgirêkeke Kurdan hebû.
Zimanê me qedexe bû, wê demê pirsgirêkeke Kurdan hebû lê Recep Tayyîp Erdoganê ku Serok Barzanî û Şivan Perwer li meydana Amedê civandin û ew polîtîkayên înkarê yên berhemê CHPyê bûn avêtin nava dîrokê.
Êdî li Tirkiyeyê pirsgirêka înkara nasnameya etnîk a Kurdan nemaye. Daxwazên me Kurdan hene. Helbet hin mafan dixwazin û pirsgirêk hene. Birêz Devlet Bahçelî û birêz serokkomarê me dibêjin ku daxwazên birayên me yên Kurdan bi rêya demokrasiyê dikarin bêne çareserkirin.
Lê çekên PKKyê rê li ber çareserkirina van pirsgirêkan asteng in. PKK ne rêxistineke Kurdan e û nûnertiya Kurdan jî nake.
PKK ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan derneketiye holê. Eger PKK çekan deyne û çek ji navberê bên derxistin, ji bo çareserkirinê pirsgirêkan dê her tişt di nav demokrasiyê de were kirin, ji ber ku li Tirkiyeyê rêya siyaseta demokratîk vekiriye.
Zêdetirî 22 salan e ev hikûmet desthilatdar e, çima nikaribû di nav van salan de mafên ku Kurd dixwazin, weke ku hûn dibêjin di nav çarçoveyeke demokratîk de misoger bikin û di destûra bingehîn de cî bidin wan, da ku pirsgirêk mezin nebe, dikaribûn bikira lê nekirin.
Mehmet Metîner: Kîjan maf wekî nimûne?
Wekî naskirina hebûna Kurdan di destûrê de, zimanê Kurd bibe zimanê perwerdeyê, li bajarên Kurdan zarok karibin bi Kurdî perwerdeyê bibînin. Ev mafên bingehîn in lê ti bingeha wan a yasayî nehat danîn.
Wekî hûn dizanin Destûra 82an di warê meriyetê de ye. Em di wê baweriyê de ne ku divê Destûra 1982an bê guhertin. Di dema amadekirina destûreke nû de bê guman dê mafên rewa yên Kurdan jî li ber çavan bên girtin.
Eger were gotin ku vê desthilatê ji bo çareserkirina pirsa Kurdan ti tiştek nekiriye, ev neheqiyeke mezin e. Em ew desthilat in ku me înkara Kurdan ji holê rakir û me qedexeyên li ser Kurdî hemû rakirin. Îro Kurdî jî her wekî Tirkî parçeyekî saziyên hikumî ye.
Dîwanên bi Kurdî yên Melayê Cizîrî û Şêx Ehmedê Xanî ji aliyê Wezareta Çand û Geştiyariyê tên çapkirin. Me paradîgmaya dewletê ya CHPyê ya înkarkirina Kurdan û bêparhiştina ji mafan ji holê rakir, ew di dema desthilata me de bi dawî bû. Ji îro û pê de gavên pêwîst jî em dê bavêjin.
AK Partî dema destpêkê hat gavên gelekî baş avêtin lê bingeha destûrî jê re nîne, her kes bi kêfa xwe dikare serederiyê li gel zimanê Kurdî bike, li gel mafên takekesî bike, bingeha wan a destûrî nîne û dema behsa guhertinê dikin, dibêjin divê 4 madeyên destpêkê neyên guhertin?
Îro li zanîngehên me beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hene. Înşalah em dê hejmara wan zêde bikin. Berê ji van yek jî tunebû. Bikaranîna peyva Kurd qedexe bû. Behskirina hebûna gelê Kurd tawan bû. Axaftina bi Kurdî, nivîsandina bi Kurdî û bangeşeya bi Kurdî tawan bû.
Niha nakokiya li vê derê ev e: Partiya ku sedema pirsa Kurd e û partiya PKKyê mil bi mil li gel hev in lê li dijî Erdoganê ku li meydana Amedê kete milê Serok Barzanî û înkara Kurdan bi dawî anî dijmintiyê dike.
Eger wan di wexta xwe de ew destê Erdogan dirêjî wan kiribû bigirta û piştgiriya Erdogan bikira niha Tirkiye di rewşeke din de bû lê wan çi kir? PKKyê û partiya wê, teror zêde kirin û DEM Partiyê li gel CHPyê cih girt û hewl da Erdogan ji desthilatê dûr bixin.
Li şûna ku li cem Erdoganê ji bo Kurdan gavên pêwîst avêtin bisekinin, li cem partiya ku bi salan dijmintiya Kurdan kir û Kurd înkar û komelkuj kirin, sekinîn û pêvajo têk birin.
Niha jî vê yekê dikin. Birêz Bahçelî destek dirêj kir, birêz serokkomar bang dike û dibêje eger çek bêne danîn her daxwazdikare di nav demokrasiyê de bê çareserkirin lê PKK jî eşkere dike, ew dê çekan daneyne û roja din li TUSAŞê êriş pêk anî. Ji ber wê jî heta çek ji holê neyên rakirin mixabin kanalên diyalogê heta dawiyê venabin. Sedema vê yekê jî PKK û partiya ku siyaseta PKKyê dike. Em vê yekê wiha dibînin.
Wekî hûn dizanin Devlet Bahçelî daxuyaniyek da û got: Bila Abdullah Ocalan were li parlamentoyê biaxive û bibêje min dawî li PKKyê aniye. Her kesî wiha fêm kir ku pêvajoyeke nû dest pê dike. Hûn doh li cem Bahçelî bûn û hûn nêzîkî demjimêr û nîvekê axivîn. We behsa çi kir gelo?
Me doh bi birêz Devlet Bahçelî re li navenda Partiya Tevgera Netewperest (MHP) hevdîtineke biwate û erênî kir. Me fikir û ramanên xwe bi hev re par ve kirin. Ji xwe di civîna koma xwe de daxuyaniyên pêwîst dan.
Bahçelî Kurdan ji xwe qebûl dike û di wê baweriyê de ku divê daxwazên Kurdan bi rêya demokrasiyê bên çareserkirin. Şertê wî tenê ew e ku çek li holê nemînin.
Ji ber wê ew qasî bi ciret tevdigere ku dibêje, eger dê Ocalan çekan ji holê rake bila were li parlamentoyê di Koma DEM Partiyê de biaxive. Destê ku hat dirêjkirin rêya çareseriyê vedike lê li şûna ku vî destî bigirin daxwazên maksîmalîst dikin.
Ji nasandina wê dewletoka li bakurê Sûriyeyê bigirin û hinek daxwazên ku qebûlkirina wan ji aliyê Tirkiyeyê ve ne pêkan e û armanc tenê parastina desthilata wan e, dixwazin pêvajoyê bixitimînin.
Mafê wan tune ku vê yekê bikin. Kurdên li vî welatî hemû ne PKKyî ne û hemû ne alîgirên DEM Partiyê ne. Hemû Kurdên li Sûriyeyê jî ne PKKyî ne. Bi sed hezaran Kurdên Sûriyeyê îro li Hewlêr û Tirkiyeyê dijîn. Kê ew sirgûn kirin? Kê ew neçar kirin ku ji cih û warên xwe koç bikin. PKK ne rêxistineke ku li pey mafên Kurdan e.
Ez careke din dibêjim, ne rêxistineke ku daxwazên wê mafên Kurdan e. Eger em werin ser mijara qeyûm, ez ji we re bi eşkereyî û zelal bibêjim: Ti dewlet rê nade partiyeke rêxistina terorê ku şerê wê dike lê li Tirkiyeyê ev partî li parlamento ye.
Hûn bawer dikin ku li welatekî Ewropayê rê bê dayîn partiya rêxistina olperest a DAIŞê bê avakirin. Nimûneyeke vê yekê heye? Hûn dikarin li Ewropayê welatekî demokratîk nîşan bidin ku propagandaya rêxistina terorê ya DAIŞê bê kirin lê li parlamentoya vî welatî partiya siyasî ya rêxistina terorê heye ku 40 sal in şerê Tirkiyeyê dike.
Ji vê partiyê tê daxwazkirin ku ji çekan dûr bikeve û tenê siyasetê bike û eger daxwazên we hene tenê bi rêya siyasetê bînin ziman. Em rûnin, biaxivin û pirsgirêkan bi hev re çareser bikin û daxwazên we bi hev re çareser bikin.
Tê gotin, çekên xwe wekî gefê bi kar neyînin û pişta xwe bi rêxistineke terorê ya çekdarî girê nedin. Ma Tirkiye li ser vê banga xwe neheq e? Ez bang li Rêveberiya Kurdistanê ya Îraqê dikim; Eger hûn bin, hûn dê rê bidin ku şaredarekî we yê ku hatiye hilbijartin û dixwaze rêveberiya Barzanî hilweşîne.
Hûn bizanin li ser navê rêxistineke ku şerê rêveberiya Barzanî dike şaredariyên li wê derê bi rê ve dibe, hûn bizanin derfetên şaredariyê ji wê rêxistinê re dişîne, hûn dê wî şaredarî û rêveberiya şaredariyê qebûl bikin? Ma tiştekî wiha pêkan e?
Belgeyên vê yekê hene ku van şaredaran derfet û pereyên şaredariyan ji PKKyê re şandine?
Heye helbet. Erê, gelek zanyarî, belge û delîl hene ku li ser fermana Qendîl û KCKyê şaredariyan bi rê ve dibin û derfetên şaredariyan ji wan re şandine û li cihên ku li ser navê şaredariyan vekirine, ciwan qani kirine û şandine nav rêzên rêxistina terorê.
Yek jî derbarê şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin, biryarên dadgehê hene. Berpirsiyariya dewleteke demokratîk û hiqûqê ye ku biryarên dadgehê bi cih tîne.
Eger hûn bin, di rêveberiya we de şaredarekî li ser navê rêxistineke terorê ku şerê rêveberiya we dike û bi biryara dadgehê ceza wergirtibe, hûn dê vê biryarê bi cih neyînin. Hûn dê destûr bidin ku PKK li nav axa we partiyekê veke û rêveberiya we hilweşîne?
Dewletê destûr daye van partiyan, DEM Partî û partiyên pêştir HDP û yên din bi awayekî fermî têne hilbijartin û dikevin parlamentoyê, di aliyê yasayî de ti astengî li ber vê yekê nîne li Tirkiyeyê.
Rast e, wê demê divê qîmeta vê yasayîbûnê û siyasetê bizanin. Eger tenê ji bo siyasetê têne hilbijartin, divê pişta xwe bi rêxistina terorê ve girê nedin û tenê daxwazên siyasî bikin. Ma dibe ku li bakurê Sûriyeyê daxwaza dewletê ji bo PKKyê, erkeke partiyeke siyasî be?
Ji bo pêvajoyek dest pê bike, kê ev şert danî pêşiya hikûmeta Tirkiyeyê ku divê statuya Rojavayê Kurdistanê nas bike, PKK yan DEM Partî vê yekê dibêje?
Ji kerema xwe danezana DEM Partiyê bixwînin. Ji kerema xwe hûn jî wê danezana ku dibêje, eger şertên me pêk neyên em çek danînin, bixwînin. Berî çend rojan Kek Nêçîrvan Barzanî û Kek Mesrûr Barzanî eşkere kirin. Gotin ku sedema êrişên li ser axa me PKK ye û PKK ji bo me jî pirsgirêkeke ewlehiyê ye.
Baş e, hûn wekî Rêveberiya Kurdistanê çima ji PKKyê aciz in. Eger PKK ji bo Kurdan dewletekê dixwaze, çima dijminatiya Rêveberiya Kurdistanê dike. Li şûna ku bi Rêveberiya Kurdistanê re hevkariyê bike, çima bi dijminên rêveberiya Barzanî re hevkariyê dike? Hûn PKKyê ji bo xwe yasayî (meşrû) û rewa dibînin.
Divê hikûmeta Herêmê bersiva wê yekê bide, li dixwazim pirseke din jî ji we bikim: Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje, “Di pêvajoya çareseriyê de mixatabê hikûmeta Tirkiyeyê Kurd bi xwe ne” armanca wî ji vê yekê çi ye?
Erê em Kurd, Kurdên li vî welatî ji bo daxwazên xwe, ji bo bicihanîna daxwazên xwe, em tenê derfet û amûrên siyasî qebûl dikin û bi kar tînin.
Em Kurd bi tundî li dijî wê yekê ne ku bi rêya rêxistina terorê PKKyê û bi rêya rûniştina bi wê re li ser maseyê, daxwazên me werin bicihanîn.
Em dixwazin dewlet û hikûmet, me Kurdan mixatab bigire. Eger pirsgirêk û daxwazên me hebin, em bi xwe dikarin bigihînin dewleta xwe. Em dê partiyê ava bikin, tekoşînê bikin, em dê xelkê qani bikin û eger guhertinên ku divê di destûrê de bên kirin hebin, em dê wan guhertinan jî bikin.
Dema em wekî AK Partiyê hatin ser desthilatê, bînin bîra xwe ku serokwezîrê me zarokên xwe yên bihîcab (sergirtî) nikaribû li welatê ku serokwezîrê wê bû, bi xwendin bida lê me sebir kir, me millet qani kir, me çek hilnegirt, me ji bo bidestxistina berjewendiyên siyasî ew rê hilnebijart.
Me xelk qani kir, em hatin ser desthilatê, me sebir kir û piştî vê jî me hemû gavên pêwîst avêtin. Îro welatiyeke me ya serqot û welatiyeke me ya bihîcab (sergirtî) li saziyên dewletê bi hev re dixebitin. Me hemû cudakarî û qedexe bi dawî kirin.
Di meseleya Kurdan de jî em ê li gor daxwazên welatiyên me yên Kurd gavên pêwîst bavêjin lê ji bo vê yekê pêwîstî bi çekan nîne. Eger li cihê ku derfet û amûrên siyasetê hebin, hûn çekan bi kar bînin, wê demê hûn rêxistineke terorê ne.
Daxwazên rêxistina terorê li ser navê Kurdan, li dijî îradeya azad a Kurdan derbeyek e. Bila PKK çekên xwe deyne û were, ji xwe partiya wê heye, eger dixwaze siyasetê bike bila bike lê eger bêje: Ez nikarin xelkê qani bikim, nikarim piraniya xelkê qani bikim û ji ber wê jî nikarim destûrê bi tenê biguherim û ez vê yekê bi çek û terorê bikim. Mirov dikare destûrê bide vê yekê?
Yan dê hûn dê bi çekan pêk bînin, an jî bi siyasetê pêk bînin. Çek û siyaset bi hev re nabin. Divê DEM Partî vê biryarê bide. Eger kesên ku bawer dikin dê ew mijar bi çekan bê çareserkirin, rêyên çiya vekirîne lê yên ku dibêjin ew kar dê bi siyasetê bê çareserkirin, divê tenê di çarçoveya demokrasî û yasayî de bimînin, siyasetê bikin û vê yekê pêk bînin.