Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê hevdîtinek kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler re hevdîtnek kir.

02.03.2024, Cts - 10:39

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê hevdîtinek kir
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên di derbarê ewlehiya Rojhilata Navîn û metirsiya terorê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Yaşar Guler li ser girîngiya parastina aştî û aramiya herêmê û hewldana ji bo rêgirtina zêdebûna aloziyan hevra bûn.

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re jî kir.

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê îro dest pê kir û dê heta 3yê Adarê berdewam bike.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serpereştiya forumê dike.

Serok û serokwezîr û rayedarên 147 welatan beşdarî forumê dibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêvanên forumê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li Antalyayê di çarçoveya forumê de bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Radev re civiya.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 183 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:43:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x