Omer Çelîk li ser PKKyê bangî Îraqê kir

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bangî Îraqê kir ku PKKyê bixe nava “lîsteya rêxistinên terorê”.

30.04.2024, Sal - 19:42

Omer Çelîk li ser PKKyê bangî Îraqê kir
Nuçe Belav bike

Lîjneya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê îro bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan civiya.

Piştî civînê Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ji rojnamegeran re axivî.

Omer Çelîk li ser serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a piştî 12 salan a Îraq û Herêma Kurdistanê got:

“Di navbera Îran û Îsraîlê de alozî derketin. Di vê aloziyê de serdana Serokê me gelekî girîng bû.

Mijarên civînê pir berfireh bûn.

Tevî ku alozî û bêîstîqrarî li tevahiya herêmê berdewam dike, di vê serdanê de gelek peyman hatin îmzekirin.

Projeya Rêya Bipêşketinê yek ji mijarên sereke ya vê serdanê ye.

Gelek kes hene ku naxwazin proje bê bicihkirin.

“Em yekparçeyiya axa Îraqê diparêzin”

Omer Çelîk herwiha behsa helwesta Îraqê ya li hemberî PKKyê jî kir û got:

“Em ji biryara berpirsên Îraqê ya ku PKKyê dixe lîsteya rêxistinên qedexe kêfxweş in.

Divê Îraq jî PKKyê bixe lîsteya rêxistinên terorê.

Dema ku êrîş li er sînorên me tên kirin, em neçar in ku ji bo jinavbirina vê metirsiya li gorî xala 51ê ya peymana Neteweyên Yekbûyî midaxele bikin.

Bêguman ev operasyon ne li dijî yekparçeyiya axa Îraqê ye. Me neçarî vê yekê dikin.”

Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:22:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x