Nivîskar Oral Çalişlar di axaftina xwe ya ku li gel ajansa Spûtnîk Kurdistanê de kiriye de got: "Hê encamên civînê baş zelal nebûne û em nizanin bê çi hat axaftin. Lewma niha em nikarin bêjin bê Tirkiye çi qezenç kir û Kurdan çi winda kir. Lê li gorî min tiştê rast ev e ku divê êdî Tirkiye Kurdan wekî tehdîd nebîne. Ev nêrîn zirareke pir mezin dide Tirkiyeyê. Em dibînin ji bo ku Tirkiye nikare xwe ji vê nêrînê xelas bike, bi Beşar Esad re hatiye noqteyeke lihevkirinê."
Çalişlar di berdewamiya axaftina xwe de li ser pêwendiyên Erdogan û Beşar Esad jî got: " Niha Tirkiye bi Esad re hatiye noqteya tifaqê. Ti îtîrazeke min ji vê tifaqê re tineye, lê di encamê de tehdîd dîtina Kurdan mixabin burokrasiya dewletê li herêmê lawaz, manevraya wê siyasî qels û bandora wê pir kêm dike. Eger di zîrweya Soçiyê de Tirkiyeyê qezencek bi dest nexistibe jî ji ber van sedemên ku behs kir e. Divê Tirkiye êdî vê tirsa hebûna Kurdan ji ser xwe bavêje."
Nivîskar Çalişlar di dirêjiya axaftina xwe de îhtîmala operasyona Efrînê jî nirxand û got: "Li gorî baweriya min di zîrweya sêalî ya Soçiyê de erêkirina operasyona Efrînê derneketiye. Dibe meseleya Efrînê bi şêweyê ku têkeve bin kontrola Tirkiye an jî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û beramberî vê jî Tirkiye hebûna PYD'ê qebûl bike hatibe axaftin. Ji encam û daxuyaniyên civînê portreyekî wiha derdike pêş."