Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî Sergey Markov dibêje, ji bo Rûsyayê kurdên Sûriyê jî Tirkiye jî di şerê li dijî DAIŞê de wek hevpeyman in, lewre Moskow ne amadeye ji bo Kurdan bi Enqerê re dijber bikeve:
Markov ji Rûdawê re got: “Eger Tirkiye artêşa xwe bixe Efrînê û di navbera artêşa tirk û yekîneyên serbazî yên kurdan de şerekî berfireh destpê bike, dê ev yek ji aliya Rûsyayê ve bi dilgiranî bê pêşwazîkirin. Rûsya vê yekê nexwaze. Bê guman, Tirkiye dixwaze ku razîbûna Rûsyayê werbigre, lê ez bi gumanim ku Rûsya vê yekê qebûl bike. Lê di heman demê de ti niyeta Rûsyayê tune ku li erdê Sûriyê ji ber Efrînê bi artêşa Tirkiyê re şer bike. ”
Di wan demên dawîyê de Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ku hemû tevgerên serbazî yên li herêmê bi raporên rojane belav dike, li ser leşkerkêşiya Tirkiyeyê bê dengiyê xwe diparêze.
Li gor nêrîna pisporê serbazî yê rûs Vladîmîr Yevseyev, ketina Tirkiyeyê li Efrîn ne real e û amaje dike, ku vê gavê bazara germ a di navbera Moskow û Enqerê de li ser Îdlîbê tê meşandin.
Vladîmîr Yevseyev diyar kir: “Li hember 20 hezar şervanên kurd ên li Efrînê pêwîste Tirkiye herî kêm 50 hezar serbazên xwe bişîne. Lê hejmara serbazan ewqas nîne. Li gor zanyariyan tenê 20 hezar hatine biicihkirin. Ya duyem, ji bo ketinê pêwîstiya Tirkiyê bi piştgiriya hewayî jî heye. Lê ne Rûsya ne jî NATO destûra bikaranîna balafiran ne dane Tirkiyê. Di van mercan de Tirkiye dikare tenê provokasyonan bike, lê nikare têkeve Efrînê. Ji aliya din Rûsya dixwaze di berdêla mûşekên S-400 de, ji bo rizgarkirina Îdlîbê alîkariya Tirkiyeyê werbigre. ”
Li Wezareta Derve ya Rûsyayê hêvî dikin, ku gotûbêjên nû yên li Astanê ta dawiya meha Tebaxê destpê bikin. Lê şarezeyên ku haya wan ji naveroka gotûbêjên pişt perde jî hene, tekez dikin, ku ji Astana- 6 jî wê ti pêşveçûneke berbiçav dernakeve. Ji ber ku hêviyên çareseriyê yên her 3 dewletên garantor ên li Sûriyeyê, ji hev gelek cudatir in.