Piştî eşkerebûna encamên destpêkê yên hilbijartinan kê çi got?

Piştî eşkerebûna encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyan, wekî her car Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê derket şaneşînê û encamên hilbijartinan li xelkê pîroz kir.

01.04.2024, Pts - 09:09

Piştî eşkerebûna encamên destpêkê yên hilbijartinan kê çi got?
Nuçe Belav bike

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku xelk bi rêya sindoqan peyama xwe digihîne siyasetmedaran û di van hilbijartinan de demokrasiya Tirkiyeyê serkeftiye.

Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser wê yekê ku encam ne li gorî hêviyên wan bûne.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan anî ziman:

“Neh mehan piştî serkeftina me ya di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê de, mixabin di hilbijartinên xwecihî de encama ku me hêvî dikir û me bi dest nexist.

Wekî AK Partî û Hevpeymaniya Cumhur ji bo van hilbijartinan jî em bi awayekî baş xebitîn.

Encam bi vî awayî bû, mezinên me dibêjin di her tiştî de xêrek heye.”

Berbijêrê serkeftî yê bajarê mezin ê Stenbolê li navçeya Saraçhaneyê serkeftina xwe pîroz kir.

Ekrem Îmamoglu di gotara xwe de bal kişand ser pirrengiya Stenbolê û ev serkeftin li hemû pêkhateyên Stenbolê pîroz kir.

Ekrem Îmamogluyê ku li gorî encamên destpêkê bû Şaredarê Stenbolê da zanîn:

“Ev hilbijartin li mirovên Stenbolê yên ku rihê min in, li pirrengiya wê, li her ferdekî vî bajarî, li her baweriya wê, li Elewiyên wê, Caferiyên wê, Şafiyên wê, li hemû mezhebên wê, li Kurdên vî bajarî, li Çerkezên vî bajarî, li her pêkhate û neteweyên vî bajarî, Suryanên wê, Ermenên wê pîroz be.”

DEM Partiyê jî ji ber ku şaredariyên qeyûm li ser wan hatibûn danîn dîsa bi dest xistin û herwiha hejmara şaredariyên xwe zêde kirin wê jî ev hilbijartin ji bo xwe wekî serkeftin bi nav kir.

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê jî got:

“Gelê me yê hêja, yên ku Kurdan tune dihesibînin, yên bi siyaseta şer û cihêkariyê bersiva siyaseta Kurdî didin, di van hilbijartinan de bersiveke baş wergirtin. Ev serkeftina me pîroz be.”

Di 19emîn hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyeyê de herçiqas encamên dawî ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan ve nehatibin eşkerekirin jî lê serkeftiyê hilbijartinan Partiya Gel a Komarî (CHP) bû.

Vî nûçeyê tevayî: 112 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:05:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x