PSKê piştî Amedê li Enqerê jî kongreya xwe saz kir

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ku sêyemîn kongreya xwe ya asayî li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dar xistibû, vê carê jî ji ber yasaya partiyan li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê saz kir.

19.11.2022, Cts - 18:06

PSKê piştî Amedê li Enqerê jî kongreya xwe saz kir
Nuçe Belav bike

PSK ku beriya 48 salan hate damezrandin, 30 Cotmeha 2022yan de 3emîn Kongreya Asayî ya xwe li Amedê li dar xistibû. Di kongreyê de serok hatibû guhertin û li şûna Mesud Tek ku nebibû berbijêr Bayram Bozyel bibû serokê nû yê PSKê.

Li gorî yasayên Tirkiyeyê nabe ku partiyek fermî kongreya xwe ji bilî paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê li ti cihekî din bike. Lê PSKê kongreya xwe li Amedê kiribû û niha jî ji bo cîbicikirina yasaya partiyên siyasî kongreyeke sembolîk li Enqerê saz kir.

Derbarê kongreya li Enqerê de Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji Rûdawê re got: “Ev qanûn ji aliyê darbeya 12ê Îlonê ve hate rojevê. Bi vê qanûnê hewl didin partiyan kontrol bikin û navendî bikin. Rê li ber wê yekê digirin ku partî li ku derê bixwazin kongreya xwe saz bikin. Beriya 12ê Îlonê partî li ku derê bixwazin dikarin kongreyan li dar bixin. Niha jî mecbûrî ye ku kongreyên partiyan li Enqerê bên lidarxistin.”

Bayram Bozyel diyar kir ku kongreya li Enqerê ji bo cîbicîkirina prosedurên yasayî ye û got: “Em nemecbûr in hemû karên xwe li Enqerê bikin. Li bajarên din jî li Kurdistanê bi awayekî fermî çi ji destê me tê em li wir dikin. Bi rastî, me wisa kir. Di 30ê Cotmehê de li Amedê bi gelek kesayetên siyasî, rewşenbîr û beşdarên her çar parçeyên Kurdistanê me kongreyeke serkeftî pêk anî. Em hatin vê derê (Enqere) ji bo pêkanîna proseduran. Serokê ku li Amedê hat hilbijartin, meclîsa partiyê, biryarên hatin girtin dê li vir bên erêkirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Bozyel eşkere kir ku wan ji bo guhertina vê yasayê gelek hewl dane û got: “Me pêşniyarên xwe pêşkêşî partiyên li Parlamentoyê kirin. Di sala 2011an de me pêşniyara xwe bir komîsyona amadekirina destûra bingehîn a nû. Niha di her firsendê de em daxwaz dikin ku ev qanûn bê guhertin. Ev qanûn ne demokratîk e, li ser esasê dij-kurdtiyê hatiye amadekirin û zirarê dide demokrasiya Tirkiyeyê. Ev rê li ber xwe rêxistkirinê û îdeolojiyên cuda digire.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 258 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:25:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x