PWK: Em girtina Ahmet Ozer û tayîn kirina qeyûmî ya li ser Şaredarîya Esenyûrtê şermezar dikin

PWK bi daxuyaniyeke nivîskî girtina Şaredarê Esenyurtê yê Stenbolê Ahmet Ozer ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn, şermezar kir.

31.10.2024, Per - 12:38

PWK: Em girtina Ahmet Ozer û tayîn kirina qeyûmî ya li ser Şaredarîya Esenyûrtê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

Partiya Welatparêzên Kurdistanê(PWK) bi daxuyaniyeke nivîskî girtina Şaredarê Esenyurtê yê Stenbolê Ahmet Ozer ku hatibû girtin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn, şermezar kir.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) de wiha hate gotin:

‘’Serokê Şaredarîya Navçeya Esenyûrt a Stenbolê Ahmet Ozer, roja 30.10.2024ê bi awayekî bêhiqûqî li Stenbolê hate desteser kirin û paşê jî, di eynî rojê de, bi sûcdarîyê ku endamê PKK-KCKyê ye, ji alîyê mehkemeya Stenbolê ve hate girtin.

Piştî girtina Ahmet Ozer Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê, Cîhgirê Parêzgêrê Stenbolê Can Aksoy wek  qeyûm tayînî ser Şaredarîya Esenyûrtê.

Girtina Ahmet Ozer û tayîn kirina Qeyûmî ya li ser  Şarederîya Esenyûrtê binpê kirin û yune hesibandina îradeya demokratîk ya dengderên Esenyûrtê ye. Herweha êrîş û çav tirsandineke ku li ser nasnameya kurdî ya Ahmet Ozer.

Em girtina Ahmet Ozer û tayîn kirina qeyûmî ya li ser şaredarîya Esenyûrtê şermezar dikin.

Divê Ahmet Ozer demildest bê berdan û vegere ser serokatîya Şaredarîya Esenyûrtê.’’

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x