Ji tevahiya 62.4 milyon dengderên ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de mafê dengdanê hene, 13 milyon ji wan dengderên ciwan in. 6 milyon ciwan ji wan jî bo cara yekem diçin ser sindoqên dengdanê û mafê xwe yê dengdanê bikar tînin.
Kompanyaya Lêkolîna û Rapirsiyan a Rapora Tirkiyê ligel dengderên ciwan ên temenê wan di navebra 18-30an de rapirsiyek kiriye û ji wan pirsiye ku dê di 14ê Gulanê de biçin ser sindioqan yan na.
Li gor encamên wê rapirsiyê ji sedî 89 dengderên ciwan dibêjin ku ew dê tekez biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Tenê ji sedî 2ê wan dibêjin ku ew dengê xwe nadin. Ji sedî 9ê wan jî dibêjin ku ew hîn jî di vê mijarê de bê biryar in û xwe yekalînekirine.