Kompaniya Lêkolînan Areayê ragihand ku li gor encama rapirsiya wan, di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de rikeberê herî bi hêz ê Recep Tayyp Erdogan, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş e.
Kompaniya Lêkolînan Areayê bi navê “Lêkolîna Rojeva Siyasî ya Tirkiyî – Tîrmeh 2020” li 12 metropolên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weke bajarên Stenbol, Takirdag, Îzmîr, Bursa, Edane, Qeyserî, Samsun, Erzerom, Meletî û Amedê di navbera 25-27ê Tîrmehê de ligel 2 hezar û 212 kesan bir rêya telefonê rapirsiyek pêk anî.
Li gor encamên rapirsiyê, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqerê Mansur Yavaş, di hilbijartinên serokomariyê de bi rêjeya ji sedî 47,7 weke rikeberê herî bihêz ê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derdikeve pêş.
Li ser pirsa “Di hilbijartinên serokomariyê de eger bibe berbijerê hevbeş ê dijbereyê tu dê dengê xwe bidî?” ji sedî 44,7 beşdaran navê Mansur Yavaş gotine.
Li pey Mansur Yavaş bi rêjeya ji sedî 44,3 Ekrem Îmamoglu û birezê bi rêjeya ji sedî 37 Meral Akşener, ji sedî 27,4 Muharrem Înce, ji sedî 21,2 Abdullah Gul û ji sedî 16,2 Ali Babacan tên.
4 partî benda hilbijartinan derbas dikin
Her li gor encama wê rapirsiyê, eger îro hilbijartin bêne kirin AK Partî, CHP, HDP û ÎYÎ Partî benda hilbijartinan derbas dikin û MHP bi rêjeya ji sedî 8 di bin benda hilbijartinan de dimîne.
Li ser pirsa “Eger îro hilbijartinên giştî bêne sazkirin tu dê dengê xwe bidî kîjan partiyê?” ji sedî 39,1 beşdaran gotine AK Partî, ji sedî 24,4 CHP, ji sedî 10,3 HDP û ji sedî 10,1 jî gotine ÎYÎ Partî.
Ji sedî 8 beşdaran jî gotine ew dê dengê xwe bidin MHPê, lê ew rêje têra MHPê nake benda hilbijartinan derbas bike.