Êrîşî dadgeheka Stenbolê hat kirin, kuştî û birîndar hene

Du çekdaran êrîş kir ser bingeheka polîsan li dadgeheka Stenbolê. Ew her du çekdar hatin kuştin û sê polîs û sê welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

06.02.2024, Sal - 10:52

Êrîşî dadgeheka Stenbolê hat kirin, kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

i ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê bi çekan êrişî xala kontrolê ya polîsan hat Karin û di êrişê de 6 kes birîndar bûn û êrişkar jî hatin kuştin.

Li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê îro bi çekan êrişî xala kontrolê ya polîsan hat kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê êrişî de daxuyanî da û got ew êriş demjimêr 11:46an pêk hat.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrişê de 2 kesên êrişkar hatin kuştin û ji bilî 3 polîsan 3 kesên din jî birîndar bûn.

Gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyan.

Herwiha ketin û derketina ji dadgehê hat rawestandin û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Şaban Yilmaz û wekîlên serdozger li cihê bûyerê lêkolînê dikin.

“Navên wan eşkere bûn”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya da zanîn ku ew êriş ji aliyê DHKP/Cyê ve hatiye kirin.

Alî Yerlîkaya destnîşan kir ku navên wan kesan E.Y. û P.B ne û ew hatine kuştin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bûyerê daxuyanî da û got:

“Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê êrişê de lêpirsîneke piralî daye destpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:35:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x