Rûsyayê asmanê Efrînê û Sûriyê bo firokeyên Tirkiyê qedexe kiriye

Tê gotin ku Rûsyayê asmanê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Sûriyê bo firokeyên Tirkiyê qedexe kiriye

05.02.2018, Pts - 07:37

Rûsyayê asmanê Efrînê û Sûriyê bo firokeyên Tirkiyê qedexe kiriye
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyan, piştî ku firokeya şer ya Rûsya li devera Idlibê ya Sûriyê ji aliyê çekdarên rêxistina terorîstî ya El Nusra ve, ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, hat xistin, Rûsyayê asmanê tevahiya Sûriyê bo firokeyên Tirkiyê qedexe kiriye.

Tê gotin ku firokeyên şer yên Tirkiyê li ser sînor ve êrişî herêma Efrînê dikin.

Heta niha ti daxuyaniyekî fermî li ser vê yekê nehatiye dayîn lê rojnamevanekî tirk bi navê Metehan Demîr daye zanîn ku Rûsyayê asmanê Sûriyê “bi awayekî demkî” li hember firokeyên Tirkiyê qedexe kiriye.

Demîr daye xuyakirin ku Rûsyayê ragihandiye, heta ew cenazeyê pîlotê xwe nebînin ew qedexe dê bidome.

Şeva 3 vê mehê firokeyeke şer ya Rûsyayê li devera Idlibê ya Sûriyê ji aliyê rêxistina terorîstî ya El Nusra ve hatibû xistin, pîlotê wê jî sax hatibû girtin paşê hatibû kuştin.

Pêrar jî firokeyeke şer ya Rûsyayê li Sûriyê hat xistin. Ew firoke ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hat xistin. Firokeya îsal jî ji aliyê çekdarên alîgirên Tirkiyê ve hat xistin.

Rûsya di demekî de asmanê Sûriyê bo firokeyên Tirkiyê qedexe dike ku çend roj berê gulopa kesk bo Tirkiyê vêxistibû da ku êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bike.

Ev 17 roj in Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1614 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:19:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x