Serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Kurdistan û Iraqê hat paşxistin

Hat zanîn ku serdana Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bo Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye paşxistin.

05.01.2017, Per - 09:30

Serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Kurdistan û Iraqê hat paşxistin
Nuçe Belav bike

Biryar bû serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim îro û sibê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike lê hat gotin ku serdana wî hatiye paşxistin.

Derheqê sebebên paşxistina wê serdanê de çavkaniyekî nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ji BasNewsê re got, him xebatên komîsyona amadekirina serdanê xilas nebûye him jî hinek kêşeyên tenîkî hebûn lê hemû hatine çareserkirin.

Li gorî agahiyên wî jêderî, Bînalî Yildirim dê roja 8 vê mehê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Hat zanîn ku Yildirim dê roja 7 vê mehê serdana Bexdayê bike û şeva heman rojê derbasî Hewlêrê bibe û roja 8 mehê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:20:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x