Serokê Parlamentoyê çû serdana HEDEPê

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş çû serdana grûba Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP).

07.12.2023, Per - 17:05

Serokê Parlamentoyê çû serdana HEDEPê
Nuçe Belav bike

Hevserokê HEDEPê piştî serdanê ragihand ku wan li gel Serokê Parlamentoyê civîneke baş û berhemdar pêk aniye.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş îro li Parlamentoya Tirkiyeyê bi grûba HEDEPê re hevdîtin kir.

Kurtulmuş ji aliyê Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan ve hat pêşwazîkirin û civîna di navbera her du aliyan de derdora 40 xulekan berdewam kir.

Numan Kurtulmuş piştî serdana xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û got:

“Piştî ku ez wekî Serokê Parlamentoyê hatim hilbijartin, ew partiyên siyasî yên ku grûba wan heye û hatibûn serdana min, ez jî çûm serdana wan.

Min îro jî grûba HEDEPê ziyaret kir. Armanca ew e ku di xebatên li Parlamentoyê de keşûhewaya siyasî ya di navbera partiyên siyasî de aram bibe û hemû alî nerînên xwe bi başî ji hev re bibêjin.

Ez hêvîdar im serdema pêşiya me li parlamentoyê keşûhewayeke baş a bihevrekarkirinê hebe.”

Serokê Parlamentoyê bi bîr xist ku hefteya bê dê li parlamentoyê gotûbêjên li ser budceyê dest pê bikin.

Kurtulmuş herwiha da zanîn ku wî Tuncer Bakirhan pîroz kir ku wekî Hevserokê HEDEPê hatiye hilbijartin.

"Em dixwazin pêvajoyeke diyalogê hebe"

Hevserokê HEDEPê Tuncer Bakirhan jî ragihand ku wan pêştir Serokê Parlamentoyê ziyaret kiribû û got:

“Wî bixwe jî ziyareteke lêvegerê kir. Hevdîtineke baş û berhemdar bû.

Em jî dixwazin ku serdema pêşiya me li parlamentoyê pêvajoyeke xweşik û diyalogê hebe. Em ji ber serdanê spasiya wan dikin.”

Serokê Parlamentoyê berî niha di çarçoveya serdanên xwe de çûbû serdana grûbên CHP, ÎYÎ Partî, MHP, AK Partî û Saadetê jî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 192 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:38:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x