Serokê Şaredariya Esenyurtê hat desteserkirin

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat desteserkirin

30.10.2024, Çar - 10:04

Serokê Şaredariya Esenyurtê hat desteserkirin
Nuçe Belav bike

Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk got, “Dêriyên avahiya şaredariya bi zorê hatine vekirin û ketine jûrên meqam.”

Li hêla din, li mala Ahmet Ozer û şaredariyê lêgerîn tê kirin.

Divê were gotin ku Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê di destê CHPyê de ye.

“Li gorî me ev hemû operasyon in”

Serokê CHPyê yê Stenbolê Ozgur Çelîk beşdarî bultena Halk TVyê bû û li ser rewşê got:

“Em jî hewl didin ku fêhm bikin bê ma çi bûye. Li gorî me ev hemû operasyon in.

Parlamenterên me û alîkarên serokê me yê giştî niha diçin Midûriyeta Ewlehiyê.”

Serokwekîlê Koma CHPyê Gokhan Gunaydin jî bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Em dizanin bê kî bi terorê re têdikoşe û kî ji bo bibe desthilat hewl dide.”

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyanî da

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tesbîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarê got ku Ahmet Ozer bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re bi rêya telefonê axiviye.

Ahmet Ozer ji Wanê ye

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Divê were gotin ku Ahmet Ozer namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:58:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x