Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê 10 Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara nûkirina dîroka hilbijartinên pêwîst bû 18ê Hezîrana îsal bihata kirin îmze kiriye û dê 14ê Gulanê hilbijartinên Tirkiyê bên kirin.
Erdogan got: “Erdogan got “Bi rayeya ku xala 116an a Destûra me daye, min biryara nûkirina hilbijartinan bo 14 ê Gulanê îmze kir ku divê di 18ê Hezîrana 2023an bihatana kirin.”
Li gor vê biryarê hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 2023an dê Roja Yekşemê 14ê Gulanê bên kirin. Ev biryar sibê 11ê Adarê dê di Rojnameya Fermî de bê belavkirin.