Sezgîn Tanrikulu: Qeyûm talankarî bûn

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu got, “Pergala qeyûm di encamê de kiryara rejîmeke talankar bû.”

25.04.2024, Per - 11:40

Sezgîn Tanrikulu: Qeyûm talankarî bûn
Nuçe Belav bike

Sezgin Tanrikulu doh li Parlamentoya Tirkiyê li ser qeyûman axivî û behsa “gendelî û diziyên” di dema qeyûman de kir.

“Mal û milkên şaredariyê talan kirin”

Tanrikulu da zanîn ku dîsa operasyonên amadekirina bingeha danîna qeyûman tên kirin û got:

"Qeyûman li Cizîr, Qoser, Amed û Wanê mal û milkên şaredariyê talan kirin."

Tanrikulu got ku qeyûmê Şaredariya Peyasê semawer û çaydanê şaredariyê jî birine û li cihekî din motora otomobîlekê hatiye birin.

“Bi bertîlxwiran re parve kirin”

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu bi vî awayî behsa qeyûman kir:

“Pergala qeyûm di encamê de kiryara rejîmeke talankar bû.

Qeyûmên ku hatin tayînkirin li gel burokatên cihî û yên ku ji derve anîn hemû mal û milkên biqîmet ên cihên ku hatine tayînkirin talan kirin, bi bertîlxwiran re parve kirin û serweteke gelekî zêde bi dest xistin.

Ez vê yekê di parlamenteriya xwe ya sala dawî de ji pratîka Diyarbekirê bi xwe dizanim.

Min li vê derê gelek caran anî ziman lê hevalên berdevkê AK Partiyê got, ‘Ne wiha ye’ û berovajî kirin.

Hûn dê niha dîsa werin behsa terorê bikin û bi rastî ji talankeran hesab nepirsin.

Wateya birina semawerê li Şaredariya Kayapinarê çi ye? Hevalno semawer, bi rastî wateya birina çaydan çi ye?

“Ev ji diziyê xirabtir e”

Ev ji diziyê xirabtir e. Xirabiyek e li partiya we ye.

Ez ji vê derê bang dikim, eger derew e, werin bibêjin derew e birayê min.

Mirov çaydanê li qatê şaredariya çawa dibe. Ev tişt hatin kirin.

Binêrin li kêleka Gola Xezerê milkê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hebû.

Bi salan e li wê derê sekiniye. Qeyûm bi kar neanî yan jî xirab bi kar anî.

Vî milkî ji bo çi didin Wezareta Perwerdeyê? Milkekî 30 donimî.

Binêrin gelê Diyarbekirê ev tişt dîtin û di encamê de qerta sor nîşanî we da.

Vê xirabiyê mekin, Vê xirabiyê li xwe mekin.”

Vî nûçeyê tevayî: 99 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:11:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x