Hat ragihandin ku Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) êrişa refîneya Îzmîrê ya TUPRAŞê ku 4 karker hatibûn kuştin girte ser xwe. Duhî raporta pisporan a derheqê TUPRAŞê de qediya bû.
Li gorî zanyariyan, teqîna refîneya Aliaga ya Îzmîrê ku 4 karker jiyana xwe ji dest dabûn û 2 jî birîndar bibûn Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) girte ser xwe.
TAK'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku daxuyaniyên berpirsan ku dibêjin ji ber qezayekê teqîna refîneyê pêk hat ji rastiyê dûr e, çalakî ji aliyê me ve hat kirin.
Piştî teqîna TUPRAŞê 7 kes hatibûn binçavkirin û ji wan 4 kes hatibûn girtin. Di raporta pisporan de TUPRAŞ bi qusur hatibû dîtin.