Tekîrdag: 7 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Li bajarê Tekîrdagê yê Tirkiyeyê 15 kes bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” hatibûn desteserkirin, 7 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

29.12.2023, Cum - 06:51

Tekîrdag: 7 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Roja sêşemê li bajarê Tekîrdagê, bi fermana Serdozgeriya Komarê bi hinceta “endamtî û propagandaya rêxistinê” 15 kes hatibûn desteserkirin.

Beşek ji kesên destserkirî rêveberên bajar û navçeyên Tekîrdagê yên DEM Partiyê bûn.

Li gorî zanyariyan, duh karûbarên yasayî yên derbarê her 15 kesan de li Dadgeha Tekîrdagê temam bûne û dadgehê 8 ji wan bi mercê kontrola edlî berdane û derbarê 7 kesan de jî biryara girtinê daye.

Hat ragihandin, ji 7 wan kesên ku biryara girtina wan hatiye dayîn 6 kes rêrveberên bajar û navçeyên Tekîrdagê yên DEM Partiyê ne û piştî biryarê ew birine Girtîgeha Tekîrdagê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 252 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:16:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x