Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahim Kalin da xuyakirin ku Til Rifet di bin kontrola Rûsyayê de ye û li wê derê YPG jî heye û got, danûsendinên Tirkiye bi Rûsyayê re derbarê Til Rifetê de berdewam dikin.Kalin got, eger piştî van gotûbêjan, YPG ji deverê derkeve, wê demê pêwîstî namîne Tirkiye operasyoneke leşkerî li wê derê encam bide.Her weha da xuyakirin, rêveberiya Amerîkayê derbarê vekişîna ji Sûriyê peyamên tevlihev dide û diyar dibe biryara wan ne zelal e.
Kalin li ser mijara Til Rifetê beriya niha jî jî axivîbû û diyar kir ku Rûsya ji wan re gotiye niha hebûna YPGê li herêmê nîn e. Lê operasyona wan yê li herêmê dê dewam bike.