Tirkiye: Em amade ne li dijî PKK hevkariyê bi Iraqê re bikin

Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî bombebarana pasewanên sînorî yên Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ew amade ne li dijî gerîlayên PKKê hevkariyê bi Iraqê bikin.

13.08.2020, Per - 08:10

Tirkiye: Em amade ne li dijî PKK hevkariyê bi Iraqê re bikin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniya de ragihand, berî her alî, Iraq berpirsyar e ku li hemberî gerîlayên PKKê yên di nav axa xwe de tedbîrên pêwîst werbigre.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin hat got: Bi salan e Iraq ji bo PKKê bûye cihek û ji wê derê li dijî Tirkiyê êrişan pêk tîne û li ser serwerî, yek parçebûn û aramiya Iraqê jî gef e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê dibêje: “Di vê mijarê de welatê me amade ye ku bi Iraqê ra hevkariyê bike. Heke ji bo li Iraqê hebûna PKKê xwe kerr bikin jî Tirkiyeyê ji bo ewlehiya sînorê xwe wekî ku hetanî îro kir ew ê hemû tevdîran hilde. Em bangî Iraqê dikin ku bira gavên pêwîst dikin biavêje, dîsa bangî hin welatên bi îdiayên bê bingeh va vê wekî firsend dibînin piştgiriyê û wêrekiyê didin terorîstan dikin ku bira dev ji durûtiyê berdin û helwesteke mêranî nîşan bidin."

Roja 11ê Tebaxê firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otombîleke hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê li Sîdekanê armanc kir û di encamê de Fermandarê Hêza Sê û Fermandarê Lîwaya Du û serbazekî din şehîd bûn.

Di dirêjahiya karvedanên li dijî wê êrîşa Tirkiyê de jî, duhî Wezareta Derve ya Iraqê bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatîh Yildiz kir û yadeştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kir.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 633 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:26:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x