Li gorî wan agahiyan, Erdogan herwiha di civîna şeva bihorî ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, daxwaz ji Tillerson kiriye, ku YPGê ji nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike derê, daku HSD bibe hêzeke serbixwe û ji bin hejmoniya YPGê derbikeve.
Medyayên Tirkiyê herwiha ragihandine, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê li hember wê daxwazê ji Erdogan re gotiye, ku Waşington dê wê pêşniyara Tirkiyê binirxîne.
Rex Tillerson di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê de îro bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî hevdîtin pêk anî.
Tillerson duh êvarî piştî serdaneke kurt a bo Lunanê gihîşt Tirkiyê û di saet bi Erdogan re civiya. Civîna navbera Tillerson û Erdogan 3 saet û 15 xûlekan dom kiribû.