Rojnameya Erebî ya bi navê El Quds El Erebî di nûçeyeke xwe ya analîzî de di warê çareseriya kêşeya li Sûriyeyê de îdia kir ku ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve ‘Înisiyatîfa Aşitiyê' hatiye pêkanîn û got, Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo vê yekê çûye Rûsyayê. Herwisa hat diyarkirin ku Tirkiye amade ye di warê gelek mijaran de bi Esad re li hev bike lê li beramberî vê yekê ji bo rêveberiyeke Kurdî neye avakirin, xerentiyê dixwaze.
Rojnameyê derbirî ku ji destpêka şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û vir ve Tirkiyeyê daxwaz dikir ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Esad ji ser rêveberiyê biçe lê piştî salan ji ber guherînên di warê hevsengiyên siyasî û leşkerî de avabûna rêveberiya Kurdî ya li ser sînor ji bo Tirkiyeyê bû ‘xeta sor' û li dijî avabûna rêveberiya Kurdî amade ye li ser gelek mijaran bi Esad re li hev bike.