Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê karwanek leşkerî ku ji zêdetir ji 50 wesaitên leşkerî û tank û zirîpoş pêk dihatin ligel hejmarek ji leşkeran di deriyê Raî re derbas kir û li devera “Mertala Firatê” li hember hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê bicih kir.
Rewangehê da zanîn jî, pêr roja 21ê mihê li bakurê Minbicê li nêzîkî çemê Sacûr çekdarên Mertala Firatê gule avêtin deverên Encûmena Leşkerî ya Minbicê, lê ji aliyê din ti bersiv nehat dayîn.
Ev derbasbûna hêzên Tirkiyê bo bakurê Minbicê piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê.
Tevî ku Serokomarê Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li rojhilatê Firatê ji bo demeke nediyar rawestandin, lê hîna veguhastina hêza leşkerî ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.