Tirkiye peywendiyên xwe yên bazirganî bi Israîlê re sinordar dike

Wezareta Bazirganî ya Tirkiyeyê radigehîne ku, hinardekirina 54 berhemên cuda cuda ji bo Israîlê siordar dike, heta wê demê ku agirbest li Xezzeyê tê ragehandin. Amajeyê jî dide, “Ev yek rasterast tê bicihanîn”.

09.04.2024, Sal - 16:02

Tirkiye peywendiyên xwe yên bazirganî bi Israîlê re sinordar dike
Nuçe Belav bike

Wezareta Bazirganî ya Tirkiyeyê îro (Sêşem, 09ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Ev sinordarkirin berhemên asin û pûla, keresete û berhemên avahiyan, mekîne û çend berhemên din vedigire”.

Tirkiyeyê ragehand, “Israîlê daxwaza wê şandina alîkariyan ji bo nav kertê Xezzeyê red kiriye”. Tekez jî kir ku biryar daye bi rêya rêzepilaneke nû bersiva Israîlê bide.

Hêza asmanî ya Tirkiyeyê jî wekî welatên din xwest bi balafirên xwe yên barhilgir tevlî operasiyona berdana alîkariyên mirovî bibe.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ragehand, “Ji aliyê desthilatdarên Urdinê ve pêşwazî li daxwaziya me hatiye kirin lê ji aliyê Israîlê ve hatiye redkirin”.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa got, “Me biryar da rêzepilaneke nû li dijî Israîlê bi kar bînin, bi liberçavwergitina wê yekê ku çi behane ji bo redkirina alîkariya şêniyên birsî yên Xezzeyê nînin”.

Hakan Fîdan tekez jî kir ku, ew bersiva Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan “pêngav pêngav û bê paşxistin” dê bê bicihanîn.

Navbirî ron jî kir, “Ev rewş dê heta wê demê berdewam be ku Israîl agirbestê rabigehîne û rêyê bide ku alîkariyên mirovî bê veqetiyan bigehin Xezzeyê”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:04:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x