Tirkiyeyê li ser Baregeha Încîrlîkê biryareke nû da

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê (MSB) li ser Baregeha Leşkerî ya Încîrlîkê biryareke nû da.

18.04.2024, Per - 14:07

Tirkiyeyê li ser Baregeha Încîrlîkê biryareke nû da
Nuçe Belav bike

Li gorî biryara MSByê dê baregeh bê guhertin û bibe Baregeha Fermandariyê ya Asmanî.

Bargeha 10emîn a Tankerî ya Fermandariya Asmanî ya Edeneyê li ser biryara MSByê dê bibe Baregeha Fermandariyê ya Asmanî.

MSByê ragihand ev guherîn di çarçoveya pêwîstiya Fermandariya Asmanî de hatiye kirin.

Li ser vê biryarê hêzên asmanî û balafirên F-16 yên Tirkiyeyê dê li vê baregehê werin bicihkirin.

MSByê ragihand, ji bo perwerdeya balafirên B-1B yên Amerîkayê jî bername hatiye çêkirin.

MSByê amaje bi wê yekê jî kir ku di navbera 15-17ê Nîsanê de li qada asmanî ya Tirkiyeyê perwerdeya balafirên şer hatiye kirin.

Li gorî gotina MSByê, balafirên Amerîkayê piştî perwerdeyê 17ê Nîsanê ji Tirkiyeyê derketin û perwerdeyên asmanî jî di çarçoveya peyman û hevpeymanên dualî de salê çend caran tên kirin.

Herwiha plana perwerdehiya ku hat kirin, berê hatibû danîn û ti pêwendiya wê bi pêşhatên dawî yên li herêmê re jî nîne.

Nîqaşa li ser Radara Kurecîkê

MSByê bersiv da îdiaya,“dema êrişa Îranê ya li hemberî Îsraîlê, amarên Radara Kurecîkê bi Îsraîlê re hatine parvekirin” û diyar kir ku amar bi tenê bi endamên NATOyê re hatin parvekirin.

MSByê herwiha li ser parvekirina amarên Radara Kurecîkê got:

"Radara Kurecîkê bi tevahî ji bo ewlehiya me ya neteweyî hatiye avakirin û armanca wê parastina welatên hevpeymanên NATOyê ye.

Agahiyên ku ji vê pergala radarê tên bidestxistin, di çarçoveya rêziknameya NATOyê de bi hevpeymanan û bi welatên ku hevpeymanên NATOyê ne re tên parvekirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:19:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x