Tirkiyeyê li ser kuştina Hekîm Luqman daxuyanî da!

Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokkomariya Tirkiyeyê got ku Hekîm Luqman ne ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.

02.09.2024, Pts - 10:12

Tirkiyeyê li ser kuştina Hekîm Luqman daxuyanî da!
Nuçe Belav bike

Kesekî ji Dihokê yê bi navê Hekîm Luqman li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.

Pismam û xizmên Hekîm Luqman ji Rûdawê re dabû zanîn ku ew ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.

Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser bûyerê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Îdiaya ku dibêje H.L.T. ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin ne rast e. Armanca van angaştan provokasyon e.”

Navendê îdia kir ku Hekîm Luqman û 2 kesên pê re yên bi navên S.M.T. û B.A.K. ji ber meseleya “temaşekirina li jinan” bi 2 kesên Êlihî yên bi navên H.O. û Z.O. re pev çûne.

Navenda Têkoşîna bi Dezenformasyonê re got ku karmendê ewlehiyê yê kafeyê li Hekîm û hevalên wî xistiye û ew derxistine derve û paşê jî H.O. çûye 2 kêr li Hekîm dane.

Li gorî daxuyaniyê, Hekîm Luqman li cihê bûyerê miriye û gumanbar reviyane.

Xizmên Hekîm: Sedem axaftina bi Kurdî ye

Divê were gotin ku li gorî daxuyaniyên şahidan 10-12 kesan êrişî Hekîm Luqman kiriye û sedem jî axaftina bi Kurdî ye.

Pismamê Ekrem Nesrulah ji nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan re li ser sedema kuştina wî got:

“Ji Dubaiyê çûye Stenbolê, li otelê ji bo 3 rojan cih veqetandiye.

Dema xwe berdaye kafeya otelê bi pismamê xwe re bi Kurdî diaxive.

10-12 kes li wê derê ne. Dema dizanin ew Kurd in û bi Kurdî diaxivin yek ji wan radije kêrê û hema li ser dilê wî dixe.

Beriya ku bigihe nexweşxaneyê emrê Xwedê kiriye.”

Muhsîn Tevfîqê pismamê Hekîm Luqman ragihandibû:

“Hekîm bi telefonê li gel xizmên me yên Brîtanyayê diaxivî û ew hatin wekî bêjin kafir in û wan li me xist.

Ez bi Tirkî nizanim lê Hekîm dizanî, wî got ev heqaretê li me dikin. Paşê hemû hatin û wan êriş kir.”

Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x