Tîmes: Bedêlê lihev kirina Erdogan û Bahçelî Kurd didin

Rojnameya The Times a Îngîlîzî di nûçeya xwe ku Hannah Lucinda Smith amade kiribû de ragihand ku ‘lihevkirina Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi nîjadperestan re zirareke mezin li Kurdan kir.

09.10.2017, Pts - 08:21

Tîmes: Bedêlê lihev kirina Erdogan û Bahçelî Kurd didin
Nuçe Belav bike

Nûçegihanê rojnameya The Times ê Tirkiyeyê Hannah Lucinda Smith di nûçeya xwe de ragihand ku Abdulselam Tanrikuluyê amedî ku berê piştgiriya Erdogan kiribû û dengê xwe dabûyê û dibêje: "Ji bo Xweda ji bo Îslamê min ji Erdogan hez dikir. Lê rewş guherî û heke îro derfeta min hebe ez ê herim Îngîltere, Îsraîl an jî welatekî ku min qebûl bike. Li vir ne edalet û ne jî hiqûq tiştek nemaye."

Rojnameya The Times di berdewamiya nûçeya xwe de got: "14 milyon Kurdên li Tirkiyeyê ji aliyekî ve li dewletbûna Herêma Kurdistanê temaşe dikin û ji aliyê din ve bi 10ê salan paşveçûyîna herêma xwe dinerin. Şerê nava bajêr kolanên entîke û sûrên 3 hezar salane jî texrîb kirin, bi biryarnameyên hikmî jikar dûrxistina karmendan bandor li civak û jiyana çandî ya herêmê kir."

The Times di dirêjiya nûçeya xwe de balê dikşîne ser tifaqa AKP û MHPê û dibêje: "AKPe ji bo xebatên guherînên Destûra Bingehîn ê Mijdara 2019an pêwistiya wê bi dengên MHPeyî heye. Li gorî nêrîna piraniya kurdan ev bedêleke giran çêdike. Erdogan salên pêşî bi polîtîkayên xwe yên çareserî gelek hevalbendên kurd qezenç kiribûn, lê niha piraniya kurdan xwe wekî kesên ku hatine xapandin dibînin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x