Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî vegeriyan

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar got, “Hin aliyên fitneyê îdiayên 'herikîna penaberan li ser sînor' belav kirin. Ev îdia bi tevahî ne rast in. Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî bi dilê xwe vegeriyan warên xwe.”

20.02.2023, Pts - 07:26

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê: Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî vegeriyan
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar roja Yekşemê tevî Serfermandarê Tirkiyê Yaşar Guler li ser xeta sînor kontrolên bejahî û esmanî kirin û binkeyên leşkerî yên li ser sînor kontrol kirin.

Hulusî Akar bi daxuyaniyekê ragihand, “Hin aliyên fitneyê îdiayên 'herikîna penaberan li ser sînor' belav kirin. Ev îdia bi tevahî ne rast in. Ne ji deriyê sînor û ne jî ji xeta sînor kes derbas nebûye. Me ji rayedarên pêwendîdar agahî wergirt û li cihê bûyerê lêkolîn kirin.”

Akar anî ziman, “Berovajî îdiaya ku derbasbûneke tund a ji bo Tirkiyê heye, diyar kirin ku welatiyên Sûriyê derbasî welatê xwe dibin, ango ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin. Wan diyar kir ku birayên me yên Sûrî yên ku di erdhejê de malbat û malên xwe winda kirine, bi dildarî vegeriyan warên xwe.”

Hulusî Akar her wiha got, “Piştî erdhejê 10 hezar û 633 Sûrî bi dilê xwe vegeriyan warên xwe. Ji ber vê yekê di çarçoveya agahiyên ku ketine destê me de, ne ji ser sînor û ne jî ji deriyên sînor derbasbûna komî ya ji bo welatê me nayê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 393 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:39:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x