Wezîrê Dadê yê Tirikiyeyê bersiv da bangên doza girtina DEM Partiyê

Wezîrê Dadê yê Tirikiyeyê li ser “doza girtina DEM Partiyê” got, “Eger di qanûnê de sûcek hatibe kirin, dê meqamên pêwendîdar bikevin dewrê.”

24.04.2024, Çar - 08:52

Wezîrê Dadê yê Tirikiyeyê bersiv da bangên doza girtina DEM Partiyê
Nuçe Belav bike

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bang kiribû ku “doza girtinê li DEM Partiyê bê vekirin.”

Di resepsiyoneke li Parlamentoya Tirkiyeyê de jî ev banga Devlet Bahçelî di rojevê de bû.

Wezîrê Dadê yê Tirikiyeyê Yilmaz Tunç li ser mijarê bersiv da pirsên rojnamegeran.

“Dê meqamên pêwendîdar bikevin dewrê”

Li ser pirsa derbarê banga Devlet Bahçelî de Yilmaz Tunc wiha got, “Eger di qanûnê de sûcek hatibe kirin, destûra bingehîn, qanûn hatibin binpêkirin, dê meqamên pêwendîdar bikevin dewrê û çi pêwîst be dê bikin.”

Herwiha Tunç diyar kir ku “DEM Partiyê nekariye mesafe têxe navbera xwe û PKKyê û axaftin û pêkanînên ku piştgiriyê didin kiryarên rêxistinê hene.

Ji ber wê yekê doza girtinê li HDPyê hat hat vekirin.

Niha eger DEM Partî jî mesafe nexe navbera xwe û terorê, eger ew nexwaze li dijî terorê helwestê nîşan bide û bi hin çalakiyên ku piştgiriya terorê dikin bike, tekez ev yek dê bibe.”

Tunç destnîşan kir ku yên dixwazin siyaseta demokratîk bimeşînin bila tundiyê red bikin û wiha anî ziman:

“Di demokrasiyê de tundî nabe. Teşwîqkirina tundiyê di dewleta hiqûqê ya demokratîk de jî sûc e.

Eger hûn li dijî rêxistina ku 40 sal in em li dijî wê têdikoşin û hewl dide welatê me perçe bike, nebin, bi taybetî eger hûn kesên ku ji ber wê rêxistinê lêpirsîn li wan hatiye kirin an hatine darizandin bikin namzed, di vir de pirsgirêk derdikeve.

“Kes naxwaze partiyek bê girtin”

Wezîrê Dadê yê Tirikiyeyê Yilmaz Tunç wiha berdewam kir:

“Ji ber vê yekê kesên ku di nav DEM Partiyê de siyasetê dikin divê beriya her tiştî rêzê li kesên ku dengên xwe dane wan bigirin û xwe ji rêxistinên terorê yên ku dixwazin aramî, yekîtî vî welatî têk bibin, dûr bigirin.

Eger vê yekê neke, dê rayedarên dewleta hiqûqa ya demokratîk bikevin dewrê.

Kes naxwaze partiyek bê girtin. Bêsedem derbarê partiyekê de doza girtinê nayê vekirin.

Eger hûn bendên mecbûrî yên Destûra Bingehîn paşguh bikin, li dijî tundî û terorê helwest nîşan nedin, berevajî polîtîkayeke ku piştgiriyê dide wan bikin, wê gavê helbet hûn dê bi dozên girtinê yên ku nayên xwestin û rexneyan re rû bi rû bimînin.”

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:45:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x