Wezîrê berê ya Tirkiyê: Destwerdana Tirkiyê ya ji bo Efrînê ne rast e!

Li ser ihtîmala operasyona Efrînê û encamên wê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye yê berê Yaşar Yakiş ji Sputnik Kurdistan re ragihand ku: "Mudaxaleya Tirkiyê ya Efrînê ne rast e."

22.11.2017, Çar - 13:46

Wezîrê berê ya Tirkiyê: Destwerdana Tirkiyê ya ji bo Efrînê ne rast e!
Nuçe Belav bike

Di derbarê mijara destwerdana Tirkiyê ya bajarê Efrînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye yê berê û balyozê Tirkiyê yê li Erebsitana Siûdî Yaşar Yakiş li gel ajansa Sputnik'ê hinek nirxandin kir û di derbarê mijarê de got; "Tirkiye bi nêzîkbûna Rûsyayê re tu tiştî ji dest nakî. Berovajî vê dostaniya Rûsyayê bi dest dixe. Wekî din polîtikaya Sûriyê ya Tirkiyê bi rastiyên li qadê re bi awayekî hêsan li hev nediguncivî. Bi tevgera bi Rûsyayê re Tirkiye polîtikaya xwe ya li Rojhilata Navîn bi taybet jî ya li Sûriyê bi rastiyên li qadê re hinekî din jî guncivand

Yakiş ji bo operasyona Tirkiye ya li ser Efrînê got: "Ez difikirim ku mudaxaleya Tirkiyê ya ji bo Efrînê ne rast e. Lewra ew der axên Sûriyê ne û bê hemwelatiyên Sûriyê çawa biryarê bidin ew dizanin û divê li gor vê yekê tevbigere. Destûr xwestina ji Rûsya jî ne rast e. Hemû mesele ew e ku bi rejîma Şamê re li hev bike ku li Efrînê nehêle ku kurd berovajî berjewendiyên Tirkiye tevbigerin.

Her wiha Yakiş da zanin ku divê Tirkiye bi Şamê re tevbigere û weha berdewam kir: Hemû mesele ew e ku bi rejîma Şamê re li hev bike ku li Efrînê nehêle ku kurd berovajî berjewendiyên Tirkiye tevbigerin. Ji bo vê jî divê bi rejîma Şamê re hevkariyê bike hevkariyeke wisa dê bi kêrî Şamê jî were. Lewra Şam jî, yanî rejîma Beşar Esad jî naxwaze ku kurd li Efrînê wisa wekî ku dixwaz in tevbiger in. Dixwaze ku li wir jî gotina wê derbasdar be. Di vê mijarê dê berjewendiyên Tirkiyê û yên Şamê li hev dikin.

Yakış axaftina fermandarekî Amerîkayî bibîrxist û bakkêşand ser ku dê Amerîka li Efrînê kurdan biparêze û weha berdewam kir: Berî niha bi çend mehan di civîneke çapemeniyê ya li Bexdayê de serbazek ji Pentagonê bi rêya telefonê beşdar bibû. Ji wî pirsîbûn ku heke Tirkiye mudaxaleyî Efrînê bike hûnê çi bikin? Wî jî gotibû em ê kurdan biparêzin. Yanî Amerîka bi vê bersiva xwe aşkere kiriye ku dê kurdan biparêzê. Amerîka bi ihtîmaleke mezin dê YPG biparêze. Ev parastin jî tê wê wateyê ku şer û pevçûneke bi Tirkiyê re jî dane ber çavên xwe. Înşelle encam nagihin heya bi dêvere..

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1137 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x