Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Nuretin Canikli di Komisyona Plan û Budçeyê ya Meclisa Tirkiyê de axivî û di gelek mijaran de daxuyanî da.
Canikli di beşekî axaftina xwe de di mijara herwiha derbarê operasyoneke der sînorî de jî axifî û weha got: "Her cihê ku PKK, PYD, YPG lê be ji bo Tirkiyê gef e û armanc e. Bila kes gumanê neke ku em ê mafên xwe yê mudaxaleyê ku ji hiqûqa navnetweyî tên bikar neyînin."