Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê çima hat Hewlêrê?

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pê re li Herêma Kurdistanê bûn.

08.02.2024, Per - 05:59

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê çima hat Hewlêrê?
Nuçe Belav bike

Yaşar Guler di çarçoveya serdana xwe de bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya.

Di şandeya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê de ji bilî Yaşar Guler, Sererkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak jî cih girt.

Serdana di demekê de bû ku Tirkiye dixwaze di mijara ewlehiyê de pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re zêdetir bike.

Di serdanê de “pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêşhatên dawiyê yên şer û aloziyên li Rojhilata Navîn û encamên wan” hatin nirxandin.

Medyaya Tirkiyeyê jî bi girîngî behsa vê serdanê dike û di piraniya şîroveyan de jî tê gotin ku Tirkiye di mijara ewlehiyê de rola Herêma Kurdistanê girîng dizane û dixwaze hevahengiya xwe ya bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re zêdetir bike.

“Tirkiye û Îraq dikarin heta kendavê ewlehiya navçeyê misoger bikin”

Alikarê Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk (SDE) Alper Tan got, “Ji bo parastina ewlehiya navçeyê ez difikirim ku em ketine rêyeke baş.

Di vê mijarê de yekdengî û hevahengiya di navbera Enqere, Hewlêr û Bexdayê gelekî bi qîmet e.

Eger ti welatekî din midaxele neke; Bexda, Hewlêr û Enqere eger li ser helwesteke hevbeş li hev bikin, Tirkiye û Îraq dikarin heta kendavê wekî korîdor parastin û ewlehiya navçeyê misoger bikin.”

Projeya rêya geşedanê

Li gorî hinek şîrovekarên nêzîkî AK Partiyê û Hikûmeta Tirkiyeyê di serdana dawî ya Yaşar Guler de yek ji mijareke sereke ewlehiya “projeya rêya geşedanê” ye ku tê plankirin di navbera Bendera Fawê ya parêzgeha Basrayê ya ji bo Tirkiyeyê bi dirêjahiya hezar û 200 kîlometreyan bê çêkirin.

Ji bo ewlehiya rêya geşedanê Tirkiye bi Bexda û Hewlerê re di nav danûstandinan de ye.

“Eger projeya rêya geşedanê derbasî Tirkiyeyê nebe ti qîmeta wê namîne”

Pisporê Pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê yê ORSAMê Dr. Bilgay Duman wiha anî ziman:

“Aliyekî siyasî yê pêwendiyên Hewlêr û Enqere û Bexdayê heye, li aliyê din ewlehiya projeya rêya geşedanê jî giring e.

Biryar e ku rêya geşedanê ji aliyê bakur ve ber bi Pêşabûr ve were, ji ber wê ewlehiya sînorê di navbera Îraq û Sûriyeyê de, hebûna rêxistina terorî li Şingalê li ser vê projeyê dibe gef.

Eger projeya navborî li Îraqê bê temamkirin lê derbasî Tirkiyeyê nebe ti qîmeta wê namîne. Loma pêwîst e Rêkeftina Şingalê bê bicihkirin.

Li Silêmaniyê hebûna rêxistina terorî bê xilaskirin û pêwendiyên YNK û PKKyê bêne çareserkirin, wate mijara ewlehiyê wekî paketekê ye û gelek xalan li xwe digire.

Daxwazên Tirkiyeyê yên ji Îraqê zelal in, beriya niha Serokkomar Erdogan jî, rayedarên din jî daxwazên Tirkiyeyê bi zelalî ji Îraqê re gotine.”

Beriya serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin roja 28ê Kanûna Paşîna 2024an çûbû serdana Hewlerê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x