Wezîrê Parastin ê Tirkiyeyê Nurettin Canikli di axaftina xwe ya ji bo operasyona Efrînê de ragihand ku kî dizane belkî sibê belkî ji sibê zûtir be.
Canikli di axaftina xwe got: "Avakirina noqteyên çavdêrî yên Idlîbê wekî hatiye plankirin birêve diçe. Soçî û Astana ne alternatîfa Cenevê ye. Bi hewldana Tirkiyeyê li herêmê hejmara kuştiyan kêm bû."
Wezîr Tirk Canikli di bersivdayîna xwe ya ji bo pirsa ‘gelo operasyona Efrînê wê kengî were lidarxistin' got: "Kî dizane belkî sibê, belkî ji sibê jî zûtir pêk were."
Her wiha hêjayê gotinêye ku Beriya Canîklî jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, me li bajarê Idlibê yê Sûriyê çi kir emê li Efrînê jî bikin!