YPG: Medyaya Tirkiyeyê hewl dide êrîşa Efrînê meşrû bike

YPGê daxuyaniyek weşand û tê de got, "medyaya nêzîkî dewleta Tirkiyeyê nûçeyên derew belav dike û di rêya wan nûçeyan re hewl dide êrîşa li dijî Efrînê meşrû bike.

21.11.2017, Sal - 14:53

YPG: Medyaya Tirkiyeyê hewl dide êrîşa Efrînê meşrû bike
Nuçe Belav bike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê îro ragihand ku "Hêzên Tirkiyeyê êrîşkariya xwe li derdora kantona Efrînê zêde kiriye".

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di kongreya partiya xwe ya bajarê Rizeyê de axivîbû û gotibû: "Bi Harekata Mertala Firatê jî jixwe her tişt hate dîtin. Di pêvajoya ji niha û pê ve de em ê li Idlîbê jî heman gavan biavêjin. Em ê li Efrînê jî heman gavan biavêjin. Kî destdirejiyeke piçûk, gefeke piçûk li me bike, em ê hesabê vê bipirsin. Em ê ji dewleteke ku 911 kîlometre sînorê pê ve hene gefan bixwin û em ê bêdeng bimînin, lê ji 12 hezar kîlomtre dûriyan dê hinek werin û mudaxalê bikin. Ev çawa kar e?"

Nivîsgeha Medyayî ya YPGê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku "medyaya dewleta Tirkiyeyê hewl dide derewan belav bike daku êrîşa tirkî dijî Efrînê meşrû bike ku dibêjin, Yekîneyên Parastina Gel êrîşî sengerên Artêşa Tirkiyeyê kiriye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1289 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:47:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x