Zeybekçî: Pêkanîna ambargoyê liser Kurdistan xeter e

Wezîrê Aboriya Tirkiyê Nîhat Zeybekcî dibêje, dorpêça aborî li ser Herêma Kurdistana Iraqê metirsîdar e ji ber wê jî em ê li ser çalakiyên xwe yên bazirganî û aborî bi Hewlêrê re bidomînin.

27.09.2017, Çar - 07:14

Zeybekçî:  Pêkanîna ambargoyê liser Kurdistan xeter e
Nuçe Belav bike

Wezîrê Aboriya Tirkiyê Nîhat Zeybekcî li ser kirîza ku ji ber referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê derketiye, ji rojnameya Hurriyetê re axivî.

Nîhat Zeybekcî destnîşan kir ku gefên Tirkiyê yên danîna dorpêça aborî li ser Herêma Kurdistanê, metirsîdar in û got, ji ber wê jî emê li ser pêwendiyên xwe yên bazirganî û aborî bi Hewlêrê re berdewam bin. Jixwe di civîna dawî ya encumena wezîran de jî ti biryara ku vê helwestê biguherîne, nehat dayîn.

Di bersiva vê pirsê de ku gelo hikûmeta Tirkiyê dê ti biryarekê li dijî Herêma Kurdistanê bide yan na, Nîhat Zeybekcî amaje bi kirîza navbera Tirkiye û Rûsyayê kir û got, me di wir de xeletî kir ji ber wê jî em naxwazin heman xeletiyê di mijara Bakûrê Iraqê (Herêma Kurdistanê) de jî bikin. Helbet eger dewleta me biryarekê bide wê çaxê emê jî wê biryarê bicîh bînin. Lê heta vê gave refleksa wezareta me normal e. Di navbera me û Îsraîlê de jî gelek alozî derketin lê ez alîgirê wê bûm ku pêwendiyên yên aborî berdewam bin. Bo Bakûrê Kurdistanê jî divê wisa be.

Wezîrê Aboriya Tirkiyê di bersiva vê pirsê de ku gelo li Tirkiyê du helwestên cuda li hember Herêma Kurdistanê hene yan na, jî got, bi qasî hejmara wezîran, 25 wezîr, nêrîn hene. Wezareta Aboriyê wek wezareteka kapîtalîst dikare were dîtin lê em tenê di hizra berjewendiyên Tirkiyê de ne. Loma ez di wê baweriyê de dorpêça aborî gotineke metirsîdar e. Eger em dorpêçê li ser wir daynin wê çaxê bazara me jî disekine. Hûn dikarin bêjin Mûsil û Kerkûk doza me ya pîroz e tu hîn behsa bazirganiyê dikî! Jixwe karê min bazirganî ye, ez wezîrê aboriyê me. Em qala 8-9 milyar dolar dikin, em qala berjewendiyên Tirkiyê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1440 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:57:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x