CNK: Cangoriyên Mahabadê Nemir in
Bi van gotinan, Pêşewayê nemir Qazî Mihemed, Serokê Komara Mehabad, beşa dawî, ya herî xemgîn û dilsoz ji dîwana jiyana xwe ya hêja û tijîxebat, ji gelê Kurd re vegot. Ew bi hêvî bû ku mirina wî windayî neçe, û ji kurdan re hem bibe waneyek û hem jî bibe destpêka rêbazek a nû.

Bi van gotinan, Pêşewayê nemir Qazî Mihemed, Serokê Komara Mehabad, beşa dawî, ya herî xemgîn û dilsoz ji dîwana jiyana xwe ya hêja û tijîxebat, ji gelê Kurd re vegot. Ew bi hêvî bû ku mirina wî windayî neçe, û ji kurdan re hem bibe waneyek û hem jî bibe destpêka rêbazek a nû.
Weke îro, berî 69 salan, Qaziyê ku jiyana xwe di xebateke bêhempa de qedand, jiyana xwe êdî kir qurbana canên zarok û xortên gelê xwe. Wek îro, li meydana çarçira ya Mehabada xemgîn, dijminê neyar kindireke din kir stûyê vî gelê perçebûyî.
Komar jiya, lê ket, lê helbet nemir. Nemir bi saya Qaziyê ku, ne wek serokên cîhanê ku gelên xwe didin pêşiya xwe, wî her dem di siyasetê, rêvebiriyê û di cengê de xwe dida pêşiya gelê Kurd û ji wan re dibû rêberekî durist î dilpak û mirovhez. Nemir ji ber ku di di cenga mirovatiyê de Kurd bi ser ketin, Kurd jiyan û man, û tev ku azadî pirr nedomiya, û tev ku rêber bû goriya gel jî, lê agir û pêta xebata ji bo azadî, serbestî, aştî û serxwebûnê bi wê yekê helbet gurrtir bû.
Qazî Mihemedê nemir rêberek bû ku bi rastî jî hêjayî navê \'rêber\' bû. Ji ber wê yekê jî ew ti carî jî namire û dê her dem bi nav, kiryar, gotin û rêbaza xwe ji me Kurdan re rêber be.
Ciwanên Netewî yên Kurdistanê, di vê roja reş de, Pêşewayê nemir tînin bibîranîn û gotin û kiryarên wî û hogirên wî vedijînin, da ku her dem di bîr û bala me Kurdan de bijîn, û di dil û canê her nifşekî de bêtir û bêtir bi cih û bandor bin.
Û em dîsa dibêjin: Erê rêberê hêja, dibe ku tu bi ser neket ku Xakê rizgar bike û gel serbest bike, lê te helbet rêya wê yekê ji Kurdan re vekir. Te nexşeya azadiya Kurdistanê bi xebata xwe û rêbaza xwe, bi ximava sor a dilê xwe ji me re afirand.Bijî tu û Bijî rêbaza te !
Ciwanên Netewî Yên Kurdistanê
Son güncellenme: 14:34:09